Ajansa Fransî: Dewleta nû ya Rojhilata Navîn ‘Kurdistan’ e

Spread the love

Ajansa nûçeyan a Lêdîzon raporek amade kiriye bi navê “Kurdistanê dewleta nû ya Rojhilata Navîn e”û tê de hatiye: Eger em berê xwe bidin Kurdistanê, Kurdistan xwedî Parlamento û hikûmeteke kurdî ye. Kurd 35 milyon kes in. Rûbera Kurdistanê 500 hezar km duca ye. Kurd ne bi zimanê erebî, ne bi tirkî, ne bi farsî naaxivin, lê belê zimanê wan tê taybet heye, ku kurdî ye.

Ew ajans dibêje: Niha 18 milyon kurd li Bakurê Kurdistanê dijîn, 7 milyon li Başûr, 8 li Rojhilat û 2 jî li Rojava. Ji ber perçebûna welatê wan, piraniya kurdan koçberî welatên Ewropayê bûne û bi taybetî li Almanya bi cih bûne, ku hejmara wan li wir nêzîkî 650 hezar kurd e.

Li gorî wê raporê, Jibilî ku Kurdistan malbendeke girîng a samanên sirûştî ye li navçeyê, Kurdistan xwedî pêgeheke girîng e li navçeyê.

Ajansa Lêdîzon di rapora xwe ya bi navê “Kurdistanê dewleta nû ya Rojhilata Navîn e” de ragihadn: “Eger em berê xwe bidin Kurdistanê, Kurdistan xwedî Parlamento û hikûmeteke kurdî ye. Kurd 35 milyon kes in. Rûbera Kurdistanê 500 hezar km duca ye. Kurd ne bi zimanê erebî, ne bi tirkî, ne bi farsî naaxivin, lê belê zimanê wan tê taybet heye, ku kurdî ye.”

Lewma dive ew yek bê gotin ku ew dewletên ku Kurdistan perçe kirin, niha hizra wan çi ye dema ku dizanin baştirîn hevpeymanî li navçeyê kurd in, hem ji aliyê hêzê û him jî ji aliyê pêgeha cografî ve û hem ji aliyê samanên sirûştî, lewma em dikarin bêjin, kurd di nexşeya bê ya Rojhilata Navîn de dê dewlet bin.