Dewlet bi operasyonên dijwar Kurdan dike yek

Spread the love
salih turan
Salih Turan / Rojnamevan

Roj bi roj şerê li Bakurê Kurdistanê ku bi hinceta vedana xendekan li hin navçeyan dest pê kiribû dijwartir dibe.

Bi qasî hejmara birîndar û qetilkirina Kurdên sivîl ku ji ber operasyonên hêzên dewletê zêde dibe, hejmareke zêde leşker û polîs jî ji aliyê şervanên Kurd yên li wan bajaran bi cî bûne ve têne kuştin.

Bi taybetî li navçeya Sûr a Amedê nêzî 2 meh in şer didome û tevî operasyonên hêzên mezin yên leşkerî jî hîna dewletê nekariye kontrola wê navçeyê bi dest bixe.

Di medya serdest a Tirkiyê de ku bêyî deshilatdariya dewletê nikarin ti nûçeyeke objektîf belav bikin jî şerekî dijwar yê dezenformasyona ku ji salên 90’î jî xerabtir e hatiye destpê kirin. Niha hin dezgehên medyayê û endamên wan ên ku wekî demokrat û mafnas xwe didan naskirin jî cihê xwe li bereya dewletê diyar girtine û ti dengekî cuda dernayê ji wan.

Berî niha bi çend mehan ew kesên ku behsa biratî û aştiya bi kurdan re dikirin bixwe jî nikarin peyva aştî û Kurd li ba hev bikar bînin. Hê gotina wan li ser ziman e dibin armanc û paşve gav diavêjin.

Şovmenê Tirk yê Televizyonê Beyazit Ozturk çima ku di bernameya xwe de xanimek ji Amedê da axaftin rastî nerazîbûneke tund a medyaya nijadperest a Tirkiyê hat û lêborîna xwe xwest. Sedem jî tenê gotinên xanimeke Kurd a mamoste bû ku daxwaza dawîanîna mirinên li Bakurê Kurdistanê kiribû û xwestibû aştî çêbibe.

Dîsa ev demeke rojnamevanên Tirk yên mîna Ahmet Hakan, Cuneyt Ozdemir, Şirin Payzin û gelekên din pişta xwe dane kurdan û ji tirsa dewletê gotinên ku berê li ser mafên kurdan ango ji bo çareseriya aştiyane kiribûn jî qurupandine.

Belê rast e şerekî mezin yê medyayê tê kirin û nayê xwestin dilê ti hemwelatiyekî li Tirkiyê bi kuştin û êşa kurdan biêşe, lê ji aliyekî ve jî heman dezgehên medyayê û herwiha li ser twitter û facebookan agahiyên kuştî û birîndarên polîs û leşkeran jî neçar dimînin parve bikin.

Ev jî piştî 3 salên pêvajoya aştiyê wek singeke agir dilê wan dax dide. Her çiqas bi propagandayên nijadperestî yên medyayê heta radeyekê piştgiriya vî şerê bêmane dikin jî di encamê de agir dikeve malên wan jî.

Nerazîbûna tirkan ya li dijî vî şerî çiqas diçe zêde dibe û ew medyaya qaşo dewletparêz dev ji kurdan berdin nerazîbûnên miletê xwe yê netewperest jî naxwaze bibîne û wek nûçe belav jî nake.

Bi nerazîbûnên civaka Tirkiyê yên her diçe zêde dibin, hêdî hedî diyar dibe ku vê carê şer û operasyonên li Bakurê Kurdistanê wê ne  ji aliyê PKK û Kurdan ve lê ji aliyê Tirkên ku zarokên wan dimirin ve were rawestandin.

Helbet Tirk ne ji kula kurdan ketine ku daxwaza rawestandina şer bikin. Her ku diçe deruniya wan jî xera dibe û ev hovîtiya leşker û polîsan a derveyî ehleqê şer û mirovatiyê ku li Bakurê Kurdistanê pêk tînin jî encama wê ye. Yanî heger şer wisa bidome wê şerê dijî kurdan ji tirkên nijadperest re jî bêmane bibe.

Her çiqas siyaseta Tirkiyebûnê ya PKKê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdar a 2015’an pûç derketibe û xweseriya ku ne bi rêbazên siyasî hatiye ragihandin û bi xendekan tê parastin şaş be jî operasyonên giran ên dewletê kurdan bêhtir nêzî hev dike.

Dibe ku partiyên li derveyî HDP’ê yên doza Kurd dikin jî vê dibînin û gelê Kurd jî neyarên koka xwe baş nas dike.

Lewma çiqas siyaseta xelet ku Kurdên Bakur kirine armanca van operasyonên giran li dar be jî nabe ku Kurd neyartiya hev bikin. Lê dikarin bi siyaseteke bikêr li ser mafên netewî yên kurdan rawestin û tawanên ku çi ji aliyê dewletê ve çi ji aliyê şervanên kurd ve têne kirin bixin rojeva xwe û bi taybet jî ji bo rawestandina operasyonên dewletê li hemû qadan dengê xwe bilind bikin û hewildanên xwe zêdetir bikin.

Di vê pêvajoya xedar de, bawerim tirk bixwe jî dizanin ku Kurd li her derê Tirkiyê belavbûyî ne û ew çiqas bi hestên nijadperestî tevbigerin jî nikarin wan biqelînin. Her wiha bi vî şerî re Kurd û Tirk (ango hemwelatiyên kiryarên dewletê yên dijî kurdan diparêzin) ku beşek Kurd jî di nav de ne ji hev dûrtir dibin.

Em dikarin wekî encam bibêjin, ji ber zêdebûna hêza dewletê ya leşkerî rast e ku Kurd bi mirin û wêraniyê di vî şerî de bêhtir winda dikin, lê bi domandina van operasyonên dewletê yên giran re jî hestên netewî yên Kurdan xurtir dibin.

 

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.