Nûçexane Teknolojî – Malpereke teknolojiyê ya Amerîkî ragihand ku Twitter xwe amade dike dirêjahiya peyamên li demnameyê têne parvekirin ji 140 karakteran biborîne û bike 10 hezar karakter.
Li gor malpera Re/code, bi vê taybetmendiya nû ya Twitter’ê wê bikarhêner êdî bikaribin peyam û nivîsên heta dirêjiya 10 hezar tîpan parve bikin.
Tê pêşbînî kirin ku ev taybetmendiya Twitterê li çaryeka îsal-2016 were çalak kirin. Lê ev taybetmendiya nû wê li ser demnameyê piştî tikandina kurteya parvekirinê bi nîşandana tevahiya nivîsê pêk were. Armanca Twitterê bi vê taybetiya nû ew e ku dema ev taybetmendî çalak bibe jî di demnameyê de ti guherîneke şiklî çênebe û bi hêsanî nîvîs werin nîşandan.