Kerry: Krîza Îran û Siûdî Bandora Neyînî li Sûrî Nake

Spread the love

Wezîrê Derve yê Emerîka John Kêrî ragihand, ku alzoya di navbera Îran û Erebistana Siûdî de, dê bandoreke neyînî li bizavên çareserkirina krîza Sûriyê neke.

Di 25ê Çile de dijberî û hikûmeta Sûrî dê dest bi danûstandinên çareserkirina krîza welatê xwe di kongirê Cinêvê 3ê bikin, lê metirsî hebû ku, aloziya di navbera Îran û Erebistana Seûdî de bandorê li ser danûstandinê Sûriyê bike.

Kêrî îro di daxuyaniyekê de ragihad, ku wezîrên derve yên Îran û Siûdiyê ji Emerîkayê re tekez kirine, ku pirsgirêka di navbera wan de, dê bandoreke neyênî li ser danûstandinên bo krîza Sûrî neke. Kêrî herweha got, ku bo jinavbirina terorîstan û vegereke aram bo koçberan, danûstandinên Cenevre hêj di dema xwe de ne û dema wan nehatiye guhertin. Orient news

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.