Platforma Fîlm û Rêzefîlman Netflix Tê 130 Welatên Din

Spread the love

netflix_televisionPlatforma fîlmên sînema û rêzefilman  Netflix ku li 60 welatan li ser înternetê xizmetê dide biryar stand li 130 welatên din dest bi weşanê bike.

Netflix platformeke înternetê ya temaşekirina fîlman e ku li sala 2007an li Amerîkayê wek kompaniyeke kirêkirina DVDyan dest bi kar kiriye û niha 70 milyon bikir û şopînerên wê hene.

Biryara belavbûn û berfirehkirina bergeha  Netflix’ê li 130 welatên din ji aliyê hezkarên fîlm û rêzefîlman ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin.

Netflix ji bilî berhemên xwe hin fîlmên populer yên mîna House of Cards, Narcos, Sense8, Daredevil, Marco Polo û Orange Is The New Black pêşkeşî bikarhênerên xwe dike.

Hêjayî gotinê ye  Netflix ji bilî welatên Çînê, Sûriyê, Koreya Bakur û Qirimê li herêmeke mezin a cîhanê weşanê dike û niha Tirkiye jî yek ji wan welatên ku dest bi weşanê bike ye.

“Platforma Fîlm û Rêzefîlman Netflix Tê 130 Welatên Din” için bir cevap

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.