Dema mirov li nexşeya cîhanê temaşe bike, ewê gelek dewletên ku sîstema federal di jiyana rêvebirina welêt de bibîn e. Sedema bikaranîna va şêweşîstema federal ji bo rêvebirina dewletên gewre yan biçûk bi awayekî hêsanî, were meşandin.
Şeweyên federalîzmê li cîhana me , li ser gelek astan hene: herêmî , mîrşênî , netewî û olî . Merema sîstema federalîzmê li dewletên cure -cur ew e, ku desthilatên navxweyî di destê kesên ku li herêmên xwe dijîn, rêveber bikin û rola hikûmeta federal jî, li ser astên serwerî (siyadî ) weke berevaniya welêt, karûbarên derve û banka navendî, di bin destê wê de bin.
Berî( buhara erebî), du şêweyên federalîzmê li ( cîhana ereban ) hebûn, yekem şêwe li “Yekitiya Mîreşênên Ereb ” bû û ya duyem jî “Komara Sudan ” bû. Pîştî buhara ereban di riya xwe de meşiya, rewşên taybet ligel xwe anîn zemînê û du dewletên dîtir weke Yemen û Lîbyayê, bo çareserkirina qeyranên siyasî, riyên federalîzmê girtin. Sê ji van welatên ereb , riya federal li ser binemaya mîrşênî û e’şîrtî, hatiye sazkirin. Tenê li Sudanê li ser binemaya netewî û olî hatiye sazkirin . Hêjayî gotinê ye, ku dewleta Başûrê Sudanê bi nermî û bê protesto ji Sudana îroyîn veqetiya.
Gelo, çima beşeke mezin ji erebên Sûrî , hevalbendên rêjîma Esed û komkara Erebî li dijî daxwaza federalîzma Kurdan derketin meydanê ?!. Çima ereban federalîzma li dewletên me li jor bi nav kiribûn pejirandin û ji daxwaza Kurdên Sûriyê re gotin (na)!.
Bersiva wan pirsên jorîn ji perwerdiya netewperestiya zêdetirî pêncî salî ji hêla Partiya Baas yê desthiladariya Sûriyê dike, tê meydanê. Partiya Baas siyaseteke asîmîlasyonê li ser kurdan dimeşand û pirtûka efserê Baasîst Muhemmed Teleb Hilal ji netewperetên erebên Baasîst re, bibû rêbaza ku kurd ji ser zemîna nemînin, meşandin. Eger mirov li belgehên veşartî yên dewleta Baas û Esed ji bo tunekirina kurdan bigere, wê bi hezaran ji belgehên qirêj peyda bike.
Piştî şerê cîhana duyem, rawestiya hêzên Fransizan ji Sûriyê derketin û hikumetên Sûriya serbixwekirî zor û zordarî li ser kurdan kirin. Hikûmetan bi awayekî ne wekhev di navbeyna kurd û ereban de siyasetên xwe meşand in. Hikûmetan piştgiriya xwe bo dezgehên erebîziman dida û bi xemsarî li beramber dezgehên kurdîaxiv jî meyze dikirin. Ji encama vê siyasta newekhev, gelek ji deriyên kovar, rojname ,komele ,dibistan û yaneyên werzişî yên kurdan deriyên xwe girtin. Tiştê herî baş ew bû, ku hikumetên niştimanî, nêzîk guhêrandina demografî û gografiya herêmên kurdan nebûn. Dema efserên Baas derbeyên leşkerî li ser sîstema Parlemanî xistin û komara dîkator di bin siya netewa ereb bi modela Baas de û bi tunekirina netew û kêmnetewan di çarenûsa Sûriyê de meşandin. Milk û malên kurdan ji dest girtin. deverên kurdan ji geşepeydanê bêpar hîştin, rê ji koçberiya kurdan ji herêmên xwe ber deverên ereb bar bikin, vekirin. Navên gund û deverên kurdan, erebî kirin û perwerdeya ku hemû hemwelatiyên Sûriyê ereb in di yasaya bingehîn de çespandin .
Kurdan di katê desthilata Baas de, du nîr hildigirt in. yekem: zulma ku ji netewa kurd tên hesbandin û duyem jî zulma ku ji hemwelatiyên Sûriyê, barên dîkatoriya Baas hildigirtin.
Di buhara 2011’an de, hemû pêkhatên Sûriyê rabûn ser pêyan. Daxwaza wan azadî û rûmeta mirovên Sûriyê bû. Lê rêjîmê bersiva xwepêşanderan gule û qirşûn nîşanî wan kirin û şoreşê berê xwe ber çekhildanê da. Di encama berdewamiya vê şoreşa hebûna kurdan weke hêzeke siyasî û leşkerî derkete holê. Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKSê û Tevgera demokratîk TEV-DEM cihên xwe di nexşa siyasî û leşkerî de girt in.
ENKSê di kongira avakirina xwe li payîza sala 2011’an de sîstema federal bo paşeroja Sûriyê xwest. TEV-DEM’ê jî desthilata xwe li ser herêmên kurd li bakurê sûriyê ava kir û li 17’ê meha Avdara 2016’an de sîstema federalîzma bo herêma Rojava -bakurê Sûriyê eşkere kir.
Daxwaza sîstema federal ji hêla kurdan, wateya ku bêbeşdariya civaka Kurd di çarenûs û paşeroja Sûriyê ya nû de qebûl nabe, lewma dengê peyayên bi perwerdiya netewperest û rêbaz û praktika Baasiyan dijî daxwaza federalîzmê ji hêla Kurdan bo parastina Yekîtiya xaka Sûriyê protesto û şermezar kirin. Armanca herdû beşên ereb ew e, ku rola kurdan weke şirîkên rasteqîn di paşeroja Sûriyê de tune be, diyar bû.
- Ebdilqadir Horî / OrientNews