Herifîna xewna Împeratoriyê!

Spread the love
Omer Sindî / Başûrê Kurdistanê
Omer Sindî / Başûrê Kurdistanê

Gotineke pêşiyên kurdan heye dibêje: “ agir bi mala yekê ket yê din kewê xwe li ber dibiraşit “ li destpêka şoreşa gelên Sûriyê hêzên deverê ên ku berjewendiya wan di nemana Beşar Esedî de hebû her yekê biharek dida ber dilê xwe û nexşe li gor hez û viyana xwe bi dawî dianî, bi taybetî Siûdiya Erebî û Qeter û Turkiya.

Mijara ku dixwazim li ser rawestim xewna serokomarê Turkiyê Receb Teyib Erdogan e, armanca wî ji nemana Esed û serkeftina şoreşa Sûriya çi bû ?

Helbet li destpêka berpabûna şoreşê û berî wê jî Kurdan derkeve ti opozisyona Sûriya nebû, tenê hinek dengên nizim car caran ji Îxwanan dihatin ew jî bê fît û destûr girtin ji Turkiyê, tiştek ne digotin û ne dikirin jî. Çend ji van Îxwanên Sûriya, Erdoganî kiribûn şêwirmendên xwe, wan jî ji bo wî nefel dianîn navtengê û nexşe ji bo wî bi vî rengî dikişandin:

Beşar Esed wê bikeve vê mehê ne mehek din û wê îxwanê desthilatê bigirin, li demê desthelatê digirin anku Erdoganî desthelat girt, li vê derê çend çûçik bi berekê wê werin kuştin. Carê eger kar li goreyî wê nexşeyê birêve here serok Erdogan ev e wê demê segoşeya îxwanan ya herî bihêz Turkiya, Misira Mûrsî û Sûriya hat berhem, helbet wê Turkiya serkêşiyê bike û bi hatina cî ya vê sêgoşeya bihêz çend armancên din wê pêk werin ji wana bicîhatina xewna vegerandina hukimê Sultaniyeta Osmaniyan bi rengek ne rastewxwe bi serokatiya Sultanê serdem dîsan ev sêkuçe wê bibe baskek bihêz li hember Îrana Şîe û veqetandina wê ji ( Hizbûllah ).

Şîe ya Libnanî, herwiha danîna tuxîbekê ji bo xewnên berfirehbûna mezhebê Şîe li welatên Erebî ya ji vê hemûyê girngtir bi peydabûna vê sêkuçê Sineyên Îxwanî û serkêşîkirina wê ji aliyê Sultanê serdemê ve xewna gelê Kurd jî wê here gorê!!

Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê. Şêwirmendan û bîrmendê Îxwançî bi evî rengî nexşa kişandibûn û bihar didan li ber dilê Serokomarî, evan bîrmend û şêwirmendan hizir li wê yekê kiribû ku dê ( Hizbullah ) were meydanê ji bo parastina rijêma Beşar Esed, belê şaşiyan kujek a van şêwirmendan ew bû ku Beşar Esed mîna Serokê Tûnis Zeynil Abdîn bin Elî û Serokê Misirê Hisnî Mibarek û Serokê Lîbiya Qezafî dihesibandin.

Tiştê ku van şêwirmendan hesab ji bo nekirî ew bû ewan nedizanî ku Beşar Esed ne bêxwediye û xwediyek sersexit û dijwar heye dê ji bo parastina wî şerê man û nemanê kit, ew jî Îran e û eger hat Îran weke girîmankê 1% bêjin ku ne karê Îranê tevî parastina rijêma Sûriyê bibe yan jî berjewendiya wê xwest xwe ji vî şerî vekêşe, li wê demê Rûsiya wê bi hêzeke mezin were qadê û bi hêza xwe ya xeternak û pêşketî wê şerê parastina rijîma dîktatoriya Sûriya bike. Çima?

Eger îran ji bo etniyetê yan jî li ser demê Esedê bav li şerê Îraq û Îranê 1980–1988 piştgiriya Îranê kiriye li dijî Îraqê, belê wan şêwirmndan ji bîr kiriye ku Rûsiya heta dawiyê wê şerî bike ji ber ku Sûriya ji Rûsiya yekane ciyê ku maye piyê xwe lê dane li Rojheta Navîn û naxwaze ev cî piyê wê ji dest derbikve.

Lê piştî dîtin û şîroveyên şêwirmendên Erdoganî şaş derketîn û piştî dîtin ku Îran bi hemû hêz a xwe yê şerî dikit û parêzvaniyê ji Esed dike û êdî gehan wê rastiyê ku Beşar Esed ne bê xwediyê û hesabên wan şaş derketin.

Lewma daxwaz kirin ku devera aram ( tampon ) li Rojavayê Kurdistanê ava bikin û her çi nebe rê li hember xewnên gelê Kurd were girtin li Rojava.

Piştî hemû dîtin û planên wan şêwirmendên Îxwançiyên Serok Erdoganî ji nav çûyin û sernegirtîn, îna dilê xwe bi planek din xweşkirin, devera aram li Rojavayê Kurdistanê bila were ava kirin û rê li hember xewna Kurdan bigirin.

Lê Emerîka û Rûsiya jî ev plan red kirin û niha Rûdiya di meydanê de û ya qebê hemûyan dixwaze û rojane cî û bingehên dewleta xîlafeta Îslamî ( DAIŞ ) dike armanc û hêzên kurdî û Sûriya Demokratîk ( HSD ) di pêşketinan de ne û evan pêşketinan şêwirmend û piraniya berepirsên Turkiya xistine tengasiyê û xewna wan a împeratoriyê biriye goristanê.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.