Hurşit Kulter bang dike: Dayê Cejna Te Pîroz be!

Spread the love

Dayê Cejna te Pîroz be!
Dayê ez kurê te Xurşîd im. Bi tirkî dibêjin, Hurşit Külter ji min re!
Tu zanî ez jî wek Serdar Taniş, Ebubekir Deniz û birayên me yên din hatim revandin.
Ev nêzî du heyv in ji bo min dibêjin kesê winda anku aqûbeta wî nediyar.
Erê dizanim îro eyd e lê tu dîsa jî xema min nexwe dayê.
Hema te dî ez jî çûm bûm mêvanê wan hogirên bi deh salan e çavê dayikan li wan digere.
Ji ber van gotinan dilê xwe negirî ha dayê! Dizanim ku di vê Cejnê de çavên te her li min digerin. Min bibexşîne dayê ezê vê cejnê wek carên din neyêm ba te, destên te neramûsim û xwarina te ya cejnê jî nexwim.
Xem nake dayê tu xwe hîç bi nebûna min aciz neke û wê xwarina para min jî ji xwe tu serê xwe hildî tê bibînî, hema here bide wê malbata terkemala bajarên wêranbûyî ku niha ew jî cîranên te ne.
Û car dî bêjim dayê!
Li benda vegera min bes rondikan bibarînî ha! Heke nehatim jî hema li ser erdeke bêxwedî ya Şirnexê ku piçekî bilind be kelikekê biçikîne.
Û tiştekî din jî ji te bixwazim.
Li ser wê kêlika te çikandiye jî çarika xwe ya bi morî binixûmîne ji bo ku bêriya bêhna te nekim baş e dayê!?
Û gotina min a dawî ji te re!
Te dî ku erd qelişî û jê derketim hatim hembêza xwe ji min re germ bihêle.
Heke nebûm mêvanê Serdar û Ebubekir bizane ku ne dûr im rojên vegera xwe dijimêrim dayê!

 

Ji bo Dayika Hurşit Kulter – Salih Turan

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.