Zanîngeha Rojava kengî dest bi perwerdê dike?

Spread the love

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi navê Rojava Universty zanîgehekê vedike.
Desteya perwerdeyê ya rêveberiya xweser ku li herêma Cizîrê ye ragihand, li bajarê Amûdê yekemîn zanîngeha herêmê tê ava kirin ku navenda wê dê bajarê Qamişlo be û nav jî Zanîngeha Rojava be.

Zanîngeh li destpêkê wê ji 4 zankoyan/fakulteyan pêk bê:
1- Beşa dermankirina mirovî û Tib a Beşerî.
2- Endezyariya têkilîya, Petrol, zanyarî û Çandiniyê
3- Koleja Perwerdeyê yan jî Terbiye û Mulim Sef
4 – Û beşa dawî jî koleja wêjeyê ye ku ev beş li demeke nêz vedibe.

Dê destpêka sala xwendina Zanîngeha Rojava di sala 2016/2017an be û bi zimanên hemû pêkhatiyên herêmê be.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.