Bajarokê El-Bab, balansa hêzan û korîdora kurdî – Salih Turan

Spread the love
Salih Turan / Rojnamevan
Salih Turan / Rojnamevan

Piştî ku artêşa Tirkiyê ji bo pêşîgirtina pêşveçûna hêzên Suriya Demokratîk ku pêşengiya wan YPG dike, bi navê Mertalê Firatê kete nav erda Sûriyê, di lîstika nav Sûriyê de hevrikiyeke nû jî li ser erdê destpêkir.

Her çiqas ji roja 24’ê Tebaxê ve Tirkiye armanca xwe wek tunekirina terorê anku çi DAIŞ çi PYD/YPG nîşan bide jî her ku roj bi ser de diçin plan û projeyên piştperdeya vê operasyonê jî xwe didin der.

Rast e ku Tirkiye naxwaze korîdoreke Kurdî ava bibe û kantonên kurdan bi Efrîn û Kobanîyê ve bigihin hev.

Lê mebesta Tirkiyê bi vê operasyonê piştî rêgiriya li ber kurdan herwiha çarenivîsa Helebê ye ku her diçe rejîma Esed tevî hevkariya Rûsya û Îranê ber bi serkeftinê ve diçe.

Niha berî xwegihandin û hawarçûna hezên artêşa azad ên li Helebê, ew grubên ku niha bi piştevaniya Tirkiyê ketine Carablûsê û dixwazin bi hinceta Xeta Sor a Rojavayê Firatê, Minbiçê jî ji destê HSD’ê bistînin berê xwe didin bajarokê El-Babê.

Yanî mebesta wan di rastiyê de ne Minbiç e bajarokê Babê ye ku hê jî Îhtimala korîdora kurdî zindî di rojevê de dihêle.

Bab bajarokê herî mezin û pêşketî ê Sûriyê ye ku niha di kontrola DAIŞ’ê de ye. Tê gotin DAIŞ’ê hemû hêzên xwe yên ji Carablûs û Minbicê kişandine û li wir bi cih kirine û li benda şerekî mezin in.

Gelo ev şerê ku tê behskirin wê herî tund di navbera kîjan aliyan de biqewime?

Ev mijar hîna diyar nebûye û li gor agahiyan ji hersê hêzan Rejîma Sûriyê (15 km nêz e), Tirkiye û artêşa azad (23 km nêz e) û HSD/YPG (25 km nêz e) jî bajarokê El Bab re.

Gelo dê ev girêka ku heta radeyekê û ji bo demekê çarenivîsa krîza Suriyê diyar bike bi destê kîjan hêzê bê vekirin?

Bi qasî ku tê dîtin Tirkiye dê hewil bide berî yên din tevbigere û niha vê tevgera xwe didomîne jî.

Rûsya û Îrana ku di krîza Sûriyê de diyarker in, gelo wê bihêlin Tirkiye ber bi Helebê ve tevî hêzên Artêşa Azad bimeşe?

Ev pirseke girîng e û di şert û mercên balansa aktorên Suriyê de qet mimkun nayê dîtin ku Rûsya û Îran ber bi Helebê ve serweriya xwe radestî Tirkiyê û grûbên nêzî wê bikin.

Niha her çiqas di dijberîya kurdan de heta radeyekê Şam, Tehran û Enqere li hev bikin û dengê Rûsan jî bibirin dîsa jî nakokiyên herêmî û herwiha kêşeyên mezhebî wê rê nedin tiştekî wisa. Lewra ew nakokî ne ku Rojhilata Navîn kirine gola xwînê û her diçe jî kûrtir dibin.

Heger em dîsa vegerin ser rizgarkirina Babê em dê bibînin ku hêza nêzî serkeftinê kurd in. Çima gelo?

Tirkiye ji ber ku li erdê bi DAIŞ’ê re şerê man û nemanê nake ev şik û gumanên Koalîsyona  dijî DAIŞ’ê zêdetir dike.

Herwiha nerazîbûna li ser armanckirina kurdan di operasyona Mertalê Firatê de jî êdî bi dengekî bilindtir tê bilêvkirin.

Di vê rewşa han de rejîma Sûriyê jî di sêgoşeya El-Babê de lawaztir dixuyê û dê keys û hêza xwe di vî şerê dijwar ê DAIŞ’ê de nebîne.

Loma jî hêza nezî serkeftinê kurd in ku bawerî dane koalisyonê û dikarin di standina bajarokê Babê de keysa xwe bibînin.

Heger ev plan di berjewendiya kurdan de birêve biçe dê dîsa korîdora kurdî ji xeyalan wêdetir zindî bibe û ji bo peşveçûna ber behra Spî ve jî hêviya kurdan zêdetir bike. Li vir tenê dimîne ku kurd vê balansa hêzan di berjewendiyên xwe de baş bi kar bînin.

 

 

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.