Berdevkê DAIŞ’ê bi destê kê hate kuştin?

Spread the love

Rêxistina terorîst DAIŞ’ê kuştina berdevkê xwe bi rêya ajansa Amaq a bi ser rêxistinê ve ragihand û got, ‘Ebû Mihemed Ednanî li bajarê Helebê yê Sûriyê hatiye kuştin.’

Piştî ragihandina kuştina Ednanî li ser hesabên torên medyaya civakî hin parvekirinên mîna Ednanî di serdaneke milîtanên rêxistinê de bi sûîkastekê hatiye kuştin belav bûn.

Herwiha ligel ku nehatiye piştrastkirin jî îdiayên ku Ednanî ji aliyê tîmeke YPG’ê ya taybet ve li Helebê di encama sûîkastekê de bi destê Kurdan hatiye kuştin.

Li hêla din Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku mirovê duyemîn ê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebû Muhammed el Adnanî li herêma Helebê di operasona hêzên hewayî yên Rûsyayê de hatiye kuştin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên Su-34 ên rûsî li bajarê Helebê li nêzî herêma Maaratat-um hausê operasyoneke hewayî pêk anî û grûbeke ku ji 40 milîtanan pêk dihat kiriye hedef, di êrişa hewayî ya balafirên rûsî de ji xeynî milîtanan berdevkê çapemenîyê yê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebû Muhammed El Adnanî jî hatiye kuştin.

Çend agahî derbarê berdevkê DAIŞ’ê de:

Navê rastî yê Ebû Mihemed Ednanî, Teha Subhî Felah e û di sala 1977’an de li Sûriyê bajarê Idlibê ji dayik bûye.

Ednanî yek ji gotarbêjê eşkere yê DAIŞê bû û roleke wî ya mezin di belavkirin û gihandina peyamên DAIŞ’ê de hebûye.

Di sala 2000 de, Ednanî peyman da Ebû Museb Zerqeawî û li Iraqê di şerê li dijî leşkrên Amerîka de beşdarî kiriye.

Herwiha Ednanî ji ber paşxana hizrî û cîhadî ve, çendîn caran ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin.

Di sala 2011’an de, Ebû Mihemed Ednanî bi hevaltiya Ebû Mihemed Colanî û li ser fermana Ebûbekir Bexdadî, li Sûriyê Eniya El-Nusra ava kir.

Di Hezîran a sala 2014an de, bi fermî peyam da Ebûbekir Bexdadî û ew wek Xelîfeya Dewleta Îslamî (DIAŞ) qebûl kir û piştre bû berdevkê fermî yê wê rêxistinê.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.