Demirtaş operasyona Carablûsê şiband aqûbeta Sedam

Spread the love

Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş operasyona ser axa Sûriyê wek dagirkerî binav kir û rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê girtin.

Demirtaş di hevpeyvîneke xwe ya rojnameya Ozgur Polîtîka de operasyona Cerablûsê şiband dagirkirina Kuweytê ji aliyê Sedam Huseyînê Serokdewletê Îraqê ve û heman aqûbeta têkçûna wî bi bîr xist.

“Operasyona dagirkirinê ya AKPê dişibe prosesa yên ku Sedam xistin Kuweytê û paşê jî binê wî kolan. Niha ew jî ketine nav proseseke wiha.”

Demirtaş herwiha got, ji bo îradeyeke xwerêvebirina kurdan dernekeve pêş ev sed sal in ku bi hevalbendî neyartiya kurdan dikin.

“Çawa ku di sed sala nû de kurdan bi tifaq, hevsengiya hêzên navdewletî û hêza xwe kirin ku bibin îradeyeke siyasî hişmendî û polîtîkaya fermî ya Tirkiyê kete dewrê.”

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.