Devliken Kelogirî: Bi fîlmê XOF tola xwe ji xofê distînim

Spread the love

Fîlmê ‘XOF’ ku çîroka dayikeke Kurd û kurê wê li pey darbeya leşkerî ya 12’ê îlon a 1980’yî tîne ziman, ji pêşandana festîvalan û temaşevanan re amade ye.

Lîstikvan, nivîskar û çêkerê fîlmê Xof Devliken Kelogirî, ji xeynî nivîskariya xwe ya mîzaha kurdî ev cara ewil e bi fîlmekî derdikeve pêşberî me. Ew vê carê nakenîne, lê bi êşa dayik, ziman û welatekî temaşevanan digirîne.

Devliken Kelogirî ku navê xwe yê fermî (Faruk Denli) bi me û xwe daye jibîrkirin, ji ber bêderfetiyê bi dirêjiya 11 deqeyan fîlmê Xof amade kiriye, lê wek fîlmekî metrajdirêj dihêle ku temaşevan xwe tê de bibîne û bi kûrahiya êşên xwe ve here.

Xof ji bo serlêdan û beşdariya festîvalên navnetewî amade ye û serlêdana pêşî jî li Festîvala Altin Portakal a Antalya (Mihrîcana Pirteqala Zêrîn) ku festîvala herî girîng a Tirkiyê ye hatiye kirin.

Berîya pêşandana taybet a ku dê li Stenbolê bê kirin, em bi Devliken Kelogirî re li ser Xof’ê ketin nav sohbeteke kûr û dûr.


Erê em dizanin Xof tirseke ji tirsê mezintir e, lê ev Xof a te çi ye?

Salih Turan & Devliken Kelogirî
Salih Turan & Devliken Kelogirî

Xof a min, tirsa li ser dilê însên rûdine ye û ew tirs e ku wek siya însên pê re dijî heta gorê.


Çima xof û te çima bi taybet bi çîroka Xof’ê dest avêt sînemayê?

Em kurd him ji zimanê xwe tirsiyan, him jî ji zimanê dagirkerên xwe. Dema em bi zimanê xwe dipeyivîn, darê desthilatan ji ser serê me kêm nedibû, dema em bi tirkî dipeyivîn jî, şerm û fediya nezaniya wî zimanî em diêşandin, em dibûn qerf û henekên devê hevalan.

Me xwebixwe qerf û henekên xwe bi hev dikir. Bi kurt û kurmancî, kurd bûn em, destûr tune bû em bi kurdî bipeyivin, heqaret li me dibû, me lêdan dixwar; kurd bûn em, me bi tirkî nizanîbû, ji ber nezaniya tirkî dîsa heqaret li me dibû, me dîsa lêdan dixwar.

Loma xof, loma min bi xofê dest bi sînemayê kir, da ez tirs û xofa xwe bikujim, heyfa xwe ji tirs û xofê hilînim. 


14079621_1056111501105050_4584005194141415735_nÊş û çarenivîseke dubarekirî ye çîroka Xofê. Em di vê heyamê de li ser Xofê û çarenivîsa miletekî dikarin çi bêjin?

Belê, te xweş gotiye. Xof, êş û çarenivîseke dubarekirî ye. Bi salan e, hemû êş û bûyerên bi serê me de hatine-tên, ne ji ber kurdbûna me ye, ji ber kurdîbûna me ye. Ya kurd dike kurd ew “î” ye û dagirkeran bi salan hewl dan em wê “î”yê ji bîr bikin anku bibin dijminê wê “î”yê û bi ya min, bi ser jî ketin. Bi ser ketin, ji ber ku îro pirê kurdan nizanin an jî naxwazin bizanibin êşa wan ji ber çi ye?

Êş, ziman e. Û îro, em du caran diêşin. Yek, ji ber zilma dagirkeran ku zimanê me bi darê zorê bi me dan jibîrkirin. Dudu, zilm û êşa me kişand hemû ji bo zimanê me bû, lê îro em qîmet nadin zimanê xwe û ji dagirkeran bêtir dijminantiya zimanê xwe dikin.

Ez dibêjim qey min ew êş baş aniye zimên. Êşa wê dêyê; di kesayeta wê dêyê de êşa netewekê…

Ya rast, sûc û gunehê zimanan tune ye. Lê ya zimanan dike gunehkar ew e ku yên bi wî zimanî dipeyivin. Anku sûc û gunehê tirkî tune ye, sûc û gunehê wan zaliman e ku bi tirkî dipeyivin û me tirkî bi wan dagirkerên zalim nas kir.


Dema min li Xofê temaşe kir bi rastî jî min xwe tê de dît. Babeta herî zêde di vî filmî de, te tetmîn û kêfxweş kiriye çi ye?

Fîlmê Xof ez tetmîn kirim. Hemû peyamên min dixwest bidim min lê bar kirin. Hêvî dikim kesên li Xofê binêrin jî li wan peyaman hayil bibin, bihilkumin, bibînin.
Min xwest ez di kesayeta dêyekê de êşa netewekê bînim zimên. Ew êş jî diyar e, kifş e, eşkere ye.


Ji bo danasîn û pêşandana Xofê we çi bername daye ber xwe?14051668_310160896002402_5089596282069943540_n

 

Li Tirkiye û Ewrûpayê em ê fîlmê bişînin festîvalan. Gava ewil me bi festîvala Altin Portakal a Antalyayê avêt. Dû re bi dor li gorî format û naveroka fîlm em ê bişînin festîvalên din.
Piştî çend rojên din, li Stenbolê li Kurd-Kavê em ê pêşandaneke taybet bikin. Bi dost û hevalan re em ê temaşe bikin. Piştî vê pêşandanê dilê me heye li Diyarbekir û hin bajarên din jî em pêşandanên taybet çêbikin. Û em ê li pêşiya xwe binêrin. Ya bi xêr!

 

xofff
Xof Fragman

 

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.