Fermandarê PKKê yê Şingalê: Bexda meaşê YPŞê dide, lê çek nedane

Spread the love

Beriya şerê DAIŞê gerîlayên PKKê li Çiyayê Şingalê bûn. Ew dibêjin wan pêşbînî kiribûn ku dê çekdarên DAIŞê bên vê navçeyê. Niha 2 sal li ser şerê DAIŞê re derbasbûn. Şingal û derdora wê li ser 2 hêzan de dabeş bûye; PKK û PDK. Di herêmê de gelek xalên kontrola pêşmerge, gerîla û şervanan hene.

Fermandarên PKKê dema behsa şerê DAIŞê li Şingalê dikin dibêjin; “Gerîla û pêşmergeyan di çeperekê de şerê DAIŞê kirine.” Li gel xala kontrola Kersê qebristaneka mezin a şehîdên şervanên PKKê heye. Fermandarê Giştî yê PKKê li Şingalê Egîd Civyan ji bo vê hevpeyvînê li wir li benda me bû. Civyan bi rêya vê hevpeyvînê çend peyamên taybetî yên Qendîlê gehande Serê Reş. Egîd Civyan dibêje; “Em amade ne li gel PDKê li ser hemû tiştan guftûgoyan bikin.” 

PKK heta kengî li Çiyayê Şingalê dimîne? 

Her ji roja yekem ve ku ji bo parastina gelê xwe em hatine vê derê, hêj me negotibû merheba, ev pirs ji me hate kirin; PKK dê kengî ji Şingalê derbikeve? Di destpêkê de jî rêveberiya partya me eşkere kiribû ku hatina gerîlyan ji bo rizgarkirina Şingalê ye. Em ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê û parastina gelê xwe hatinevê derê. Li ser karesata Şingalê re 2 sal derbas bûn. Heta niha 215 gerîla û şervan li vir şehîd bûne. Em wan hevalên xwe, pêşmergeyên li vir şehîd bûne û herwiha Êzdiyên şehîd bûne, bibîrtînin.

Bersiva me ji bo pirsa we ev e ku heta Şinagalê bi tevahî azad bikin û Êzidiyên di destê DAIŞê de rizgar bikin, em ê li vir bin. Em niha jî li ser gotina xwe ne. Me nîvê erkê xwe yê vê derê pêk aniye û Şingal, bakurê Şingalê hin deverên din hatine rizgarkirin. Lê hêj beşek ji erkê me maye em ê wê jî pêk bînin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) herdem ji me dipirse ka em ê kengî ji Şingalê derbikevin. Kengî Şingal bi temamî azad bû, keç û jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, wê demê em dikarin li ser man an jî nemana li Şingalê biaxivin. Hatina me ya vê derê ne ji bo armancên siyasî ye. Raste her partiyek xwedan siyaseta xwe ya taybet e. Lê hatine me ne ji bo armancên siyasî ye, belku li ser hymen exlaqî, mirovahî û neteweyî bû. Bila ti dudiliyek gelê me nebe, em niha jî li ser gotina xwe ne.

Zelaltir bikin, eger Şingal rizgar bû, guftûgo li ser man an jî çûnê dibe? 

Em ê guftûgo bikin. Civaka Êzidiyan ne weke civaka giştî ya Kurdistanê ye. Bi teybet ji aliyê olî ve cuda ye. Heta niha 73 ferman li ser wan re derbas bûye û 65 ferman bi destê Osmaniyan bûye. Ewên din jî Erebên Sûnne kirine.  Ya dawîn jî bi destê DAIŞê bû.  Mixabin, heta niha jî eger PKK, PDK û YNK nebin, Êzidî nikarin bi tenê xwe biparêzin.

PKKê di nava Kurdên Êzidî de hêza Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ava kiriye. Fermandariya Pêşmergeyên Şingalê ji aliyê PDKê ve hatiye avakirin. Ma ev herdu hêz nikarin bi hev re Êzidiyan biparêzin?

Belê dikarin biparêzin. Bila hevbigrin, YPŞ û Fermandariya Pêşmergeyên Şingalê ku piraniya wan Êzidî ne û yek ji wan ser bi PKKê, ya din jî ser bi PDKê ve ye. Em înkar nakin ku perwerdeya şervanên YPŞê bi destê me bûye. Me bi hev re şer kiriye û ew jî hizrên Serok Apo qebûl dikin. Bila hizrên YPŞ û pêşmergeyên Fermandariya Şingalê cuda bin. Lê bila di bin banê sîwanekê de xebatê bikin. Ji ber ku siyasetek wan ê hevbeş heye û ew jî parastina Êzidiyan e. Hemû civaka Êzidiyan dibêjin Êzîdxan, Êzîdxan û Êzîdxan ku ev yek sembola nasnameya wan e.

Me li ser mijara man û nemana PKKê ya li Şingalê li gel PDKê û Serokatiya Herêma Kurdistanê axiviye. Ne tenê ji bo mijara Şingalê, em amadene li ser hemû mijaran jî guftûgoyê bikin. Lê mixabin hê jî baş ji PKKê fam nekirine.

Bersiva Serokatiya Herêma Kurdistanê li hember daxwaza guftûgoya li ser hemû mijaran çi bû? 

Di asta bilind de du caran hevdîtin çêbûne û niyeta baş jî hebû. Lê hevdîtinan berdewam nekir. Dewleta Tirkiyê û hêzên derve destwerdan. Niha li ser asta pêşmergeyan û kesên wiha li hev nêzîk dibin. Rewşek wisa nîne ku pêşmerge bixwaze şer bike. Bêguman car bi car tiştên nexweş derdikevin. Heger me li gor van nexweşiyan gav biavêta dê rewşên xiraptir jî çêbiban. Lê em alîgirê danûstaninan in û naxwazin pirsgirêk derbikevin.

PKK amade ye li gel serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) danûstandinan bike? 

PKK amade ye li ser hemû pirsgirêkên Kurdistanê, yên Şingalê, Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li gel hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê, beriya hemûyan jî li gel PDKê guftûgoyan bikin. Berjewendiya gelê Kurd çi be, ji bo vê çi ji me tê xwestin, em amade ne wî bikin. Mînaka vê jî heye, Serok Apo bi eşkere daxwaz kir ku Kongreya Neteweyî bê sazkirin û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re kombibin. Pêşniyar kir ku Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî. PKK vê yekê red nake.

Hûn çawa li paşeroja Şingalê dinêrin? Xelkê Şingalê ji ber nakokiyên PKK û PDKê venagerin û Barzanî jî dibêje bila Şingalek nû bê avakirin. Gelo dê Şingala niha bibe mînakek ji bo nifşên paşerojê? 

Em daxwaza Barzanî bi du aliyan ve dinirxînin. Ya yekem; li Şingalê gelek xelkê sivîl şehîd bûn, 11 mehan Şingal di destê DAIŞê de ma. Bi dehan pêşmerge, şervan û cengawerên Êzidî şehîd bûn. Gerîla û pêşmergeyan li kêleka hev, di çeperekî de şer kirin. Dema pêşmergeyek şehîd dibû, gerîlayan ne digot ew pêşmerge ye û dema gerîlayek jî şehîd dibû, pêşmergeyan ne digot ew gerîla ye û ne ji me ye. Ev ruh û giyana di çeperên Şingalê de hebû, ruh û giyanek neteweyî bû. Em jî li gel pêşniyara Barzanî de ne ku Şingal bibe sembola yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd. Bi tevê hebûna hizrên cuda jî yekem care ku hasten neteweyî bihêz bûye.

Ya duwem jî; Em nabêjin ku tenê PKKê li Şingalê şer kiriye. Mixabin pêşmerge dibêjin tenê me şer kiriye. DAIŞê Şingal hilweşand û bila ew xirbe wiha bimîne. Min ji serkirdetiya PKKê re pêşniyar kiriye ku Şingala kevin ku şerek zêde tê de hatiye kirin, bila bibe mûzexane. Herwiha kelha Şingalê jî ku pêşmergeyan tê de şerek mezin kir, bila ew jî bibe mûzexane. Bila Şingala nû jî li ser Çiyayê Şingalê bê avakirin. Wê demê kîjan hêz êrîş dike bila bike.   

Hikûmeta Iraqê dibêje alîkariya madî, meaşên mehane, çek û teqemenî ji YPŞê re dişînin. Gelo ev alîkarî çend e û çawa ye? 

Rast e hikûmeta Iraqê alîkariyan dişîne. Lê ne ji bo PKKê ye, ji YPŞê re ye. Qanûnên Iraqê hene ku kî ji bo parastina xaka Iraqê şer bike, pereyan didin wan. YPŞ jî ji hikûmeta Iraqê alîkariya darayî werdigire. Lê hinek mehan didin û hinekan jî nadin.  Carna jî kêm didin. Lê heta niha YPŞê ti çek ji hikûmeta Iraqê wernegirtiye. 

PKK li Şingalê weke hêzekê ye. Qaymiqamiya Şingalê heye û gilî dikin ku PKK bi ti awayî îdareya Şingalê nas nake. Ji ber çi? 

Em Qaymiqamê Şingalê tenê li ser televîzyonê dibînin. Ew hinde li ser televîzyonan derdikevebila rojekê jî bê gel me. Di sala 2014ê de gundê Barê yê rojhilatê Şingalê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hate kontrolkirin. Lê Mehma Xelîl li ser televîzyonan got; “Me gundê bare rizgar kir.” Bila Qaymiqam li gel YPŞê danûstandinan bike û bişêwire. Qaymiqam ne mûxatabê me ye em li gel rûnin. Em li vir li gel pêşmergeyan danûstandinan û guftûgoyan dikin.

PKK li Bakurê Kurdistanê li gel Pêvajoya Aştiyê ye? 

Di Newroza sala 1993ê de Serok Apo ragihand ku amadeye li gel Tirkiyê pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalogê çareser bike. Gotina dawî ya serokatiya PKKê ew e ku dibêjin, em 100 sal din jî li gel Tirkiyê şer bikin, di dawiyê de her aştî dibe. Felsefeya PKKê, felsefeya Serok Apo ye. Niha jî gelek xirap nêzîkê Serok Apo dibin lê eger li gel wî dîsa dest bi hevdîtinan bikin, dê dîsa daxwaz bike ku pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê bê çareserkirin. Ji ber ku di cîhanê de herî zêde ew kesên şer dikin, daxwazin şer raweste. Di vir de qesta min ne DAIŞ e, ji ber ku ew ne mirov in. Em jî dixwazin şer bisekine. Lê nabe ku dijminê te hebûna te qebûl neke û tu jî bêdeng bî. Hêvîdar Ehmed / Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.