Komara îslamî ya Îranê 6 girtiyên kurd li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê îdam kir.
Roja 9’ê Tebaxê berbanga sibehê, 6 girtiyên kurd ku di nav wan de girtiyekî siyasî jî hebû û di girtîgeha Derya ya Ormiyê de diman, ji aliyê dewleta Îranê ve hatin îdamkirin.
Li gor nûçeya BasNews a Başûrê Kurdistanê 5 girtiyên din jî bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatine îdamkirin. Hinek çavkanî jî dibêjin, hevjîna yek ji wan girtiyan jî pê re hatiye îdamkirin.
Girtiyên ku hatine îdamkirin, berî rojekê ji boo bicihanîna fermana îdamê ji girtîgehê hatibûn derxistin û bo cihê îdamê hatibûn veguhestin.
Hate zanîn ku navê yek ji wan girtiyên siyasî Mihemed Ebdullahî bûye ku sala 2010ê bi hêceta ku endamê partiyeke kurdî ya neyara Îranê ye, hatibû girtin û fermana mirina wî hatibû dayîn.
Di heyama çend rojên borî de bi dehan kurd bi hêcet û tohmetên cuda ji aliyê Îranê ve hatine îdamkirin.