‘Ji min re bêjin jina pêşmerge’

Spread the love

Runak Ebdulwahîd Mistefa ya hevjîna Serokomarê Iraqê Fuad Masûm got, ew dixwaze ne weke hevjîna serokomar lê weke “hevjîna pêşmerge” bê binavkirin.

Yek ji damezrênera Yekîtiya Nişmanî ya Kurdistanê (YNK) Runak Ebdulwahîd (74) ji rojnameya Kurdistan Nwe re di hevpeyvînekê de behsa jiyana xwe ya taybet kir.

Runak Ebdulwahîd dayîka 5 zarokan e û ji mamostetiyê teqawid bûye û di sala 1968ê de nûnera Mele Mistefa Barzanî ya li Qahireyê bû.

Hevjîna Serokomarê Iraqê Fuad Masûm wiha got: “Li şûna ji min re bibêjin hevjîna serokomar ew dixwazim bibêjin hevjîna pêşmerge. Hevjînê me bo heyameke pêşmergetî kiriye û min jî her tim piştgiriya wî dikir.”

Endamê YNKê Dr. Fuas Mahsim piştî Celal Telabanî duyem Serokomarê Iraqê yê Kurd e.

Celal Telabanî ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) veqetiyabû û YNK avakiribû. Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.