Keçeke 18 salî hate revandin

Spread the love

Li bajarê Serê Kaniyê malbata Mehmûd Walî ragihand ku keça wan Hindirîn Mehmûd ku temenê wê kêmî 18 salî ye ji roja înê ve winda ye û Asayîşa rêveberiya xweser bi revandina wê tawanbar dikin.

Hindirîn keça çalakvanê siyasî Mehmûd walî ye ku li ser destên kesên nenas hate kuştin, malbata Hindirîn diyar kir ku keça wan hate revandin dema ji mala apê xwe di demjimêr 10ê êvarî de vedgeriya malê.

Li gorî hin çavdêran ku tirembêla Asayişê Hindirîn revandin û dema malbata Hindirîn çûne cem Asayîşê û hin aliyên PYDê ti bersiv nedane wan û gotine keça we ne li cem me ye.

OrientNews

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.