Li bajarê Wanê li ber avahiya polîsan a Qereqola 2 Nîsanê trimbêleke bombebarkirî hate teqandin. Li gor amarên ewil 3 sivîl hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
îşev demjimêr li dor 23.00’yan teqîneke mezin li bajarê Wanê rû da. Ji ber hêza teqînê deng ji gelek deverên bajêr ve hate bihîstin.
Di vê êrîşa ku bi trimbêleke bombebarkirî li nêz Qereqola Polîsan pêk hat de, li gor agahiyên ewil 3 kesên sivîl can dan û 2 ji wan polîs 40 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansên hawarçûnê ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyan.