Peyvdarê Wezareta Berevaniya Amerîka Jeff Davis ragihand ku çekdarên DAIŞ’ê amadekariya xwe dikin çekên kîmyewî li Mûsilê bikar bînin.
Davis got, DAIŞ dê wan çekan bi pêşketina Hêzên Iraqî re ber bi Mûsilê bikar bîne ku hefteyek berê roketeke barkirî ya çekên kîmyawî nêzîkî hêzên Amerîkî hatibû dîtin.
Peyvdarê Wezareta Berevaniya Amerîkayê da zanîn ku di encama ezmûna li ser wê avêjoka ketî ditar bû ku ew bi gaza xerdel barkirî bû, lê ligel vê jî divê ew vê piştrast bikin.