Nêzîkê 500 parçe alavên bermahîyên teqemenî û çekên şerê DAIŞê ji aliyê beşa Endazyarî ya Hêzên Piştgiriya Yek a Duhokê ve di mûzexaneyekî de hatin komkirin.
Li bajarê Duhokê mûzexaneya bermayên şerê DAIŞê hate vekirin.
Fermandarê beşa Endazyarî ya Hêzên Piştgiriya Yek a Duhokê Mehdî Husên behsa hizra avakirina vê mûzexaneyê kir û got, “Di destpêka şerê DAIŞê de me paşmayên şer hilgirtin. Di destpêkê de me dixwest em van alavan kom bikin da ku agahiya pêşmergeyan ji curên teqemeniyan hebe û bikarin xwe biparêzin. Lê her çû bermahî û teqemenî zêde bûn. Lewma me ev komkirin û xistine mûzexaneyê.”
Tîmên leşkerî yên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi berdewamî serdana vê mûzexaneyê dikin.
Mehdî Husên dibêjê, “Di destpêka salê de tîmekî pisporên Fransizî serdana me kirin. Ew di rêkxistina vê mûzexaneyê de alîkariyê didin me.”
Husên da zanîn ku niha di mûzexaneyê de zanyariyan li ser hemû parçeyên alav û teqemeniyan dinivîsin.
Li gorî gotina navborî ew dixwazin ev mûzexane di asta mûzexaneyên leşkerî yên cîhanê de be û dibêjê, “Divê ew kesên serdana mûzexaneyê dikin, bi rehetî lehengiya pêşmerge bibînin.”
Kodên veşartî yên DAIŞê jî hene
Yek ji berpirsê Mmûzexaneyê Îdrîs Mihemed e û diyar dike ku piraniya alavan teqemenîne û wiha pêde diçe:
“DAIŞê hemû tiştek kiriye bombe. Lîstokên zarokan binerin, TNK pêve girêdane. Di nava kelûpelan de nivîsên rojane, pirtûk, name, telefon û gelek tiştên din jî hene. Herwiha hinek tişt jî hene ku kodên nehînî yên DAIŞê ne û em niha wan nîşan nadin. Lê piştî têkbirina DAIŞê dê ew jî bên nîşandan.”
Îdrîs Mihemed daxwaz ji pêşmerge û hemwelatiyan jî kir ku eger paşmayên şer di destê wan de hebe radestê mûzexaneyê bikin.
Mihemed di wê baweriyê de ye ku dê mûzexane dewlementir jî bibe.
Rûdaw