Pêşmergeyên Kurdistanê cardin dest bi vedana xendeqan li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê kirin.
Çend meh bûn Wezareta Pêşmerge “ji ber kirîza darayî” lêdana xendeqê li dora deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dabû sekinandin.
Lê fermandeyekê Pêşmerge li parêzgeha Selaehdîn a Iraqê, ji radyoya Dengê Amerîkayê re gotiye, me dîsa dest bi lêdana xendeqê kiriye û niha Pêşmerge li dora çeperên xwe xendeqan dikole.
Li gorî Denêg Amerîka, ev 3 roj in li deverên Kurdistanî yên li parêzgeha Selahedîn a Iraqê bi taybet li nêzîkî bajarê Xurmatû, Pêşmerge bi dirêjahiya çend km xendeq lêdaye. Lê li wan deran hêzên Heşda Şeibî jî hene.
Derheqê vê mijarê de, berdevkê qayîmeqamtiya Xurmatû, Mihemed Fayîq ji Dengê Amerîka re gotiye, li wan derên ku Pêşmerge xendeqan lêdide hêzên Heşda Şeibî nînin. Lê dibe ku di demên pêş de lêdana xendeqê bibe sebeba aloziyan. Çimkî li başûrê Xurmatû, hêzên Heşda Şeibî bicîh bûne. BasNews