Li Başûr banga protestoya Mamosteyan; Siyaseta Bêehlaq ya Faşil – Mihemed Sanri

Spread the love
Mihemed Sanri / Nivîskar - Rojnamevan
Mihemed Sanri / Nivîskar – Rojnamevan

Niha li navçeya Sileymaniyê û Germiyan YNK-ê, Gorran, Yêkgirtû, û Komaleya Îslamî biryar girtine ko di 27-ê vê mehê roja destpêka xwendina sala nû de li himberî hikûmetê xwpêşandanê bikin. Bi vê mebestê ew dixwazin mamosta jî “erkê xwe” boykot bikin û beşdariyê li dibistanan nekin.

Fermandeyiyên Hêza 70-yê û Hêza 80-yê ya Pêşmergeyî jî duh beyanek hevpişk belav kirin. Beyana Fermandeyên Pêşmerge wekî manîfestoyeke ya bo parastina gel û niştiman e.

Pêşmerge, mamostayên Kurdistanê wekî “çaka zanîstê” ya mil bi milê Pêşmerge re parastina gel û niştiman dike dizane û dibêje bila mamostayên ezîz dest bi erkê xwe bikin Pêşmerge amade ye ko ji miaşê xwe kêm bike bixe ser yê mamostayan. Pêşmerge di van rojên teng de piştgiriya hikûmetê dike.

Hikûmet kî ye?

5 wezîr û Cihgirê Serokwezîr vê gavê jî yê YNK-ê ne. 5 wezîr jî yê Yekgirtû ne. 2 wezîr yê Komale ne. Gorran jî 5 wezîrên wê ji hikûmetê hatine derkirin lê wê bi xwe, wekî fermî hêj xwe ji hikûmetê venekêşa ye. 5 wezîr û Serokwezîr jî yê PDK-ê ne.

Baş e, di dinê de kê dîtiya ko partiyek siyasî hem di nav hikûmetê de cih bigire, hevpişka hikûmetê be û hem jî hikûmetê protesto bike?
Karên bêexlaqî di siyasetê de tên kirin, lê bawer nakim bêexlaqiyeke bi vî rengî weha ketî ber lingan hêsan bê dîtin. Tu li dijî hikûmetê yî? Rêya wê heye jê vekişe. Paşê tu bi protestoyan an jî bi sîlehan hikûmetê dirûxînî êdî keyfa te.

Aliyeke dî yê vê siyaseta bêexlaq ew e ko hertim li navçeya Sileymanî û German tehdît û êrîşan li ser binke û baregehên PDK-ê pêk tînin.

Niha jî PDK ji ber wan baregeh û binkeyên xwe yên li wan navçeyan ne rehet e.
Nizane di dema xwepêşandanên 27-ê mehê de dê çi bi serê wan be.

Ji ber ko bi navê xwepêşandanê çendîn car gulebaran kirine û sotandine baregehên PDK-yê li herêma Germiyan û Sileymaniyê.
Bawer nakim ko ti peywendiyeke ya kiryarên weha digel welatparêziyê, digel lêgerîna mafan an jî digel têgihiştineke medenî hebe.

Rast e rast karek yê soytarîtiya xerakirinê ye. Vêca vê soytarîtiyê Îran dide kirin anjî siyasetmedarên navçeyê bi mentalîteke totalîter ya wekî ya Apoyiyan dimeşînin ko bi mebesta rê neden ji bilî wan tu rengek, rûyeke dî yê siyasetê di wan deveran derkeve dikin, her çi be, ji bilî karê xerabkirinê ne tiştek dî ye.

Tu aqilek yê kurdayetiyê jî di karên weha de, di siyaseteka bi vî rengî bêexlaq de tune ye.
Miletê kurd, Kurdistan bi giştî di ber çerxeke dîrokî ya çarnivîssaz de ye, ji bo hemî Rojhilata-nêvê û dinyayê jî weha ye ev çerx.

Peşmergeyê Kurdistanê di vê çerxa dîrokî de, bi şiyan û qehramiya xwe îro dinê hemî rêzdar yêkrêz kiriye li himberî xwe. Di cihê siyaseta van partî grubên kurdan jî hêjayî qehremaniya Pêşmerge be, tam bi berevajiyê wê dikin.

Li gorî dîtina min ne mafê kesê ye ko siyasetek bi vî rengî bike.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.