Li Rojava rojnamevanek hate revandin

Spread the love

Rojnamevanê Kurd Ismaîl Elî li bajarê Dêrikê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat revandin.

Sendîka Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê  nerasterast PYD weke berpirsyar dît û ragihand, metirsiya girtin, îşkencedan û nebedîkirinê li ser tevahiya wan rojnamevanên heye, ku ne alîgirî PYDê ne.

Çavkaniyekê ji bajarê Dêrikê ji Rûdawê re ragihand, ku rojnamevan Ismaîl Elî ji aliyê grûpeke nenas ve hatiye revandin.

Ji aliyê xwe ve jî Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê daxuyaniyeke nivsîkî belav kir û têde ragiahdn ku di encama siyaseta girtin û tirsandinê de, heya niha 25 rojnamevan bi naçarî ji Rojavayê Kurdistanê derketine.

Sendîkayê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji desthilatdarên Rêveberiya Xweser kir, ku dest ji siyaseta girtin û revandina rojnamevanan berde.

Rojnamevan Ismaîl Elî xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û peyamnêrê weşana taybet bi Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Ark TV di televizyona Zagrosê de ye.

Ji aiîkê din ve, çavkaniyekê ji bajarokê Girkê Legê ji Rûdawê re ragihand, ku şeva yekşemê, Asayişa Rêveberiya Xweser endamê PDK-S Sebah Ebdulkerîm li ser duriyana gundê Bekir Oxlî girt.

Têkildarî wan agahiyan, aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ti daxuyaniyên fermî nedane.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.