Li gor ragihandina medya tirk îro beyaniyê birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji bo ku li Zindana Îmraliyê serdana birayê xwe ya Cejna Qûrbanê bike ber bi Navçeya Gemlik a bajarê Bursayê bi rê ket.
Wezareta Dadê ya Tirkiyê doh 10’ê Îlonê destûra serdana Îmraliyê ji bo Cejna Qûrbanê derxistibû ku piştî maweyeke dirêj birayê Ocalan serdana wî dike.
Tê pêşbînîkirin ku li demeke nêz ev serdan pêk were û Mehmet Ocalan li ser hevdîtina xwe daxuyaniyekê bide û peyama Abdullah Ocalan ragihîne.