Merasîma Çilrojiya Şehîdên Qamişlo (Galerî)

Spread the love

Pakrewanên êrîşa Qamişlo ku di 27’ê meha 7’an de rû dabû, di çileya xwe de hatin bibîranîn.

Di encama teqîna bi qemyoneke bombebarkirî ya DAIŞ’ê de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo zêdetirî 50 sivîlên bêguneh can dabûn û bêtirî sed kesan jî birîndar bûbûn.

Xelkê Qamişlo û xizmên şehîdên teqîna Qamişlo roja Yekşemê (04.9.2016) ji bo bîranîna çilrojiya şehîdan hatin ba hev.

Di merasîma bîranînê de, dîmena kambax a piştî teqîna hovane wek şano hate zindî kirin ku ew kêliyên pir dilsoj bûn.

Çend wêne ji merasîmê

 

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.