Mihrac Ural: YPG ji bo Sûriya Yekgirtî Têdikoşe

Spread the love

Serokê rêxistina Muqavemeya Sûriyê Mihraç Ural ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de piştgiriya hêzên hikûmeta wî welatî dike, operasyona “Mertala Firatê” ya ji aliyê Artêşa Tirk û Artêşa Sûriya Azad ve hatiye destpêkirin weke “dagiriyê” binav dike.

Mihraç Ural ku hatibû îdiakrin di 30ê Adarê de hatiye kuştin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirk û Amerîkayê tohmetbar dike.ural apo

Ural got ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo Sûriya hevgirtî têdikoşe, pevçûnên li Hesekê jî lokalî ne.

Serokê Muqavemeya Sûriyê Mihraç Ural bersiva pirsên Rûdawê da.

Tê gotin Amerîka û Rûsya li ser dahatuya Sûriyê gellek nêzîkî lihevkirinê bûne. Li gorî nêrîna te ev yek rast e?

Bi min ne wisa ye. Dema mirov ji derve dinêre qaşo her du welatên zilhêz di şerê li Sûriyê de lihev dikin, lê ew nerast e. Ez weke fermandarê Muqavemeya Sûriyê li qada şerî dibêjim tablo gellekî ciyawaz e. Li Sûriye nêzîkî 2 hezar 600 heramên şerê germ hene.

Toran rêxistinên terorist ku 80 welat piştigriya wan dike, heta ku êrişê gelê Sûriyê bike ne Amerîka û ne jî Rûsya nekare vê pêvajoyê beralî bike. Aliyên şerê bejayî dikin dê rewşê beralî bikin.

Hevdîtinên Rûsya yên bi Amerîkayê re bike û gavên ji bo aşitiyê werin avêtin her çi qasî girîng jî bin, dê tenê ji bo alîkariyên mirovî, agirbestekî demkî û vegerandina koçberan baş be. Biryarên derbarê dahatuya Sûriyê de tenê rêveberiya Beşar Esed dê bide.

Tişta Rûsya dike zilhêz û dewleta cîhanî jeostratejiya Sûriyê ye. Şerê navxweyî û çend bûyerên din hêla ku Rûsya li ser siyaseta cîhanê bibandor bibe. Rûsyayê weke welateke dost hevkarî kiriye. Rûsyayêp bi kelûpel, kultur û markeyên xwe ti bandor lii Sûriyê nekiriye.

Lê derdê Amerîka û hêzên din ên şerî li bazarê bibin xwedî pîşk.

Heta ku rêvberiya Sûriye ya rewa (rêveberiya Beşar Esed) helwdanên Amerîka û Rûsyayê qebûl neke ti wetaya wan nîne.

Rûsya beriya salekê tevlî krîza li Sûriye bû. Piştî ku Rûsya ket dewrê li Sûriye çi guhertin çêbûn?

Cara yekemîn bandora Rûsyayê bi operasyona li Çiyayê Elewiyan di 19ê Mijdara 2015ê derket holê. Ew operasyon pêşniyara min bû.

Hevsengiya li Sûriyê bi vê tevgerê hat guhertin li kêrî Sûriyê hat. Bi vê gavê hevsengiya ji şerê Mecidabikê yê 1516ê hat guhertin û piraniya heremên 500 salbûn ji aliyê Osamaniyan ve hatî dagirkirin ket di bin kontrola Artêşa Sûriyê û Muqavemeya Sûriyê yanî ket di destê xwediyê xwe yê resen.

Mina bajrê dîrokê Tedmûr piştî Rûsyayê hat rizgarkirin. Bi vî awayî psîkolojiya şerî hat guhertin. Herêmên qeraxê hatin paqijkirin. Rêya sereke ya di navbera Şam û Laziqiyê jî hat kontrolkirin.

Hevkariya firokoyên Rûsyayê gellekî girîng bû. Piştevaniya Rûsyayê bi tevahiya hêza xwe berdewam e. Rûsya carnan ji bo avakirina zemîna aştiyê û gotûbêjan hewl dide. Lê agirbest ji bo rêxistinên terorist dibe derfet.

Herwiha ji bo çareserkirina nakokiyên lokal en navbera Kurd û Sûriyê de weke her car dest bi gotûbêjan hatiye kirin. Dagirkirina Tirkiyê ya Cerablusê da xuyandin ku li heremê dijminê herî har ên du hêzên dost (Kurd û Sûriye) Artêşa Tirk e.

Bi vê tevgerê derket holê ku diktator Erdogan qet şerê DAIŞê ku bi xwe damezarandiye, nake. Li Cerablusê şer nebû bi tenê nobet hat guhertin. DAIŞê nobet dewrî Artêşa Sûriya Azad kir. Ev yek jî diyar dike ku dostê Kurdan tenê bendera Sûriyê ye. Dijminê hevbeş jî ximbilê NATOyê Artêşa Tirk a diktator e.

Hûn başbûna peywendiyên Tirkiyê bi Rûsya û Îranê re çawa dibinin? Gelo ev helwest dê li Sûriye jî belav bibe?

Ev her sê welatên cîran deren yan jî zû dê peywendiyên xwe baş bikin. Ev tişteke sirûştî ye. Li ser rûyê erde ti gel bi siyaseta dijminî nikare aştiyê pêk bîne. Tikiye ji bilî serdema Ataturk ti caran bi aştiyane nêzîk welatê cîran nebûye.

Midexaleyên Artêşa Tirk ên ji derveyî welatê xwe bi midexaleya Kore dest pê kir. Leşker şand Efxanistan û Sudanê, midexaleyê Bakurê Iraqê (mebesta wî Başûrê Kurdistanê) kir herî dawî jî bi Operasyona Mertala Firatê Cerablus dagir kir.

Tirkiye hertim ji xwe re dijminan diafirîne. Tirkiye bi vê rêgezê hewl dide li herêmê cih bigre lê dê ticaran bi vê helwestê nekare bi cîranên xwe re aştiyeke mayînde pêk bîne. Dibe ku li ser hin berjewendiyan lihev bikin lê nabe mayînde.

Siyasta Tirkiye ya bêexleqî li dijî Kurdan dê li Sûriye rastî helwesteke dijwar were. Ti Sûryeyî dê rê nedin polîstikaya li ser tinekirina Kurdan hatî avakirin û nebin hevbare wê.

Tê îdiakirin ku şêwirmendê MÎTê bi dizî çûye Sûrite û 5 rojan li wê dere maye…

Serdana şêwirmedê MÎTê senaryoyeke madyayê ye. Em fer bikin ne senaryoye û bi rastî serdana Sûriyê kir. Ji vê yekê çi dê derbikeve. Heger mijar derbarê tinekirina Kurdan de be Suriyê di demên peywendiyên wê bi Enqerê re herî baş de jî ev yek red kiriye. Gotiye here bi Kurdên xwe re aştiyê pêk bîne. Tişta ku niha jî bibêje ev e.

Kesên ku bûyerên Hesekê yan jî operasyona Artêşa Tirk a Cerablusê bi senaryoya “MÎTê serdana Sûriye kiriye” ve girêdin derbarê Sûriye de tiştekê nizanin. Ez dîsa dubara bikim, Sûriyê dê ti planên li dijî Kurdan bicih negire.

Ez dixwazim gotinke Beşar Esed bibîr bînim: “Helep dê bibe goristan xeyalên diktatoran.”

Erê, her kî bi mebestên tarî û qirej bere xwe bide vê dere, Sûriye dibe goristana xeyalên wan. Heger ew berê xwe bidin Kurdên li Sûriyê jî dawî wan dê heman tişt be.

Ez bi kurtasî bersiva pirsa te bidim: Her ki dijminê Kurdan be, ew di heman de dijminê Sûriyê ye jî, divê beravajoyê vê jî heman be.

Li Cerablusê hedefa rastteqîn DAIŞ e yan jî YPG ye? Dema Tirkiyê derbasî Cerablusê bû rêveberiya Sûriyê çima bêdeng ma?

Operasyona Cerablusê hewldana dagirkeriya axa welateke cîran e, destdirêjî ye û tevgereke derasayî ya li hemberî rêveberiya welateke endamê Neteweyên Yekbûyî ye.

Artêşeke belav bûyî, generalên wê lihev ketine, û bi hezaran fermandarê wê hatine girtin hewl dide bi tevgera bi navê “Mertala Firatê” ku Artêşa Sûriya Azad û DAIŞ nobeta xwe diguherine, moralê xwe bilinde bike. Ev yek jî têkçûna siyseta wê dide xuyandin.

Em dikarin vê operasyonê weke hewldaneke bixwaze ku hebûna Kurdan têk bibe, rê li ber hevgihîştina kantonên Rojava bigre binav bikin.

Operasyona Mertala Firatê bi qasî li dijî Kurdan li dijî Sûriye û demokrasî û azadiyê ye jî. Tenê ne YPG û PYD kiriye hedefa xwe.

Sûriyê beriya hemû aliyan li hemberê vê tevgerê bertekên xwe nîşanda. Ji ber ku cihê Artêşa Tirk dakeve herêmên di bin kontrola DAIŞê de em nikarin weke leşkerî bertekên xwe nîşan bidin. Lê heger pêşbikeve me bive û neve emê midexaleyê bikin.

Hikûmet, ji pêşketina Tirkiyê di nava axa Sûriyê de metirsidar nabe? Heger Tirkiye operasyonê bibe bi ser El Babê helwesta artêşa Sûriyê dê çi be?

Hedefên qirej ên operasyona El Babê hene. Bab deriyê herêmên bi çemê Firatê têne avdane. Heger hûn li nexşiyê binêrin hûn dê baştir fêm bikin. Jixwe Bab bi Erebî tê wetaya derî.

Bi min cihan û hevsengiya hêzên li herêmê rê nade ew enî were vekirin. Lê heger bi zorî vebe ez dikarim bibêjim ew dê li herêmê bibe sedema destpêka şerekî nû.

Bila peyva dawî ew be: Ximbilê NATOyê Artêşa Tirk nikare şerê taxekê bike. Artêşa Tirk nijadperest e.

Hûn peywendiyên Amerîka û YPGê çawa dibînin? Heger Kurd nebin DAIŞ dikare were têkbirin?

Peywendiyên bi Amerîkayê re sûde nade ti gelan. Amerîka dijmîne herî mezin û xeter ê Kurdan e. Amerîka di dîrokê de gellek xayinî li Kurdan kiriye. Ji ber vê yekê helwesta YPGê ya “Di şerî de alîkarî ji kê were bila be” şaş e. Er e, raste Kurd ji aliyê dewletên li herêmê ve hatine perçiqandin. Berpirsê vê yeke dewletên bêexleq in. Lê em nikarin vê yekê ji bo Sûriyê bibêjin.

Peywendiyên Sûriyê hertim bi gelê Kurd re aştiyane û dostane bû. Carnan alozî derketîbin jî lê hatine çareserkirin. Amerîka dijminê Kurdan e, lê Sûriye dostê wan e. Nayê qebûl kirin YPGê destûrê bide Amerîkayê navenda leşkerî ava bike.

Gefa DAIŞê bi tenê YPGê ji holê nayê rakirin, divê tevahiya hêzên Sûriyê yên welatperwer bi ehv re alîkariyê bikin.

Nêrînên we derbarê YPGê de çi ne? Li Rojavayê Kurdistanê federasyon mimkûn e?

YPG hêza herî rawa ya parastina gelê Kurd e. Weke her hêzê şaş û rastiyê wê hene. Lê heger armac û hedefên di berjewendiyên gel de be xema şaşiyan nîne dê her bi awayekî were çareserkirin. Ji ber vê yekê YPG li herêmê hêzêkê girîng e.

YPG hêzêke şoreşger e. Peywendiyên wê yên bi Amerîkayê re demkî ne. Em weke Muqavemeya Sûriyê, YPGê hêzêke dost dibînin.

Derbarê federasyona Rojava de jî ez dikarim bibêjim ku pêşniyara gelê Kurd e. Divê azadiya mirov hebe vê yekê bîne ziman. Lê divê biryareke hevbeş were standin.

Ez li ser navê dibêjim divê dereng yan jî zû Kurdistan were avakirin. Ev mafê wan e. Kurd bixwe dê biryara xwe bidin.

Mihraç Ural kî ye?

Mihraç Ural di 1ê Mijdara 1956ê de li bajarê Hataya Tirkiyê ji dayîk bûye. Li Tirkiye di nav tevgerên çepgir de cih girtiye û hatiye girtin. Ji girtîgeha Adanayê reviyaye.

Sala 1980yê derbasî Sûriyê bûye û li wê derê zewiciye.

Bi gotina Ural wî 18 salan bi Rêberê PKKê AbdullaOcalan re hevalitî kiriye.

Ural fermandariya Muqavemeya Sûriyê ye û li çiyayên Laziqiyê şerê Artêşa Sûriya Azad dike.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.