Peyama Barzanî ya Pêşwazîkirina Demirtaş – Salih Turan

Spread the love

Serdana şandeya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê (21.09.2016) bi taybet jî dîmena pêşwazîkirina fermî ya di asta protokola bilind de dikare ji bo mala Kurdan bibe hincet ji bo pêngavên xurtkirina pêwendiyên bizavên siyasî yên Kurdan.barzani demirtas

Ev dîmena xweş ku bi pêşengiya Serokê Kurdistana Federal Rêzdar Mesûd Barzanî bi rêya dezgehên ragihandina Kurdistanê li ber çavên me hate nîşandan, dijberî û nakokîyên nav kurdan piçek be jî da jibîrkirin.

Anku wan çend kêliyên hevdu hembêzkirinê hişt ku dilê kurdan di nav her malekê de şa bibe.img_6760

Serdana HDP’ê ji dayîna peyamên nav mala kurdan bêhtir karekî dîplomasiya navnetewî ye.

Bi taybet Serok Barzanî û rêvebirên partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê diyar e ku dixwazin peyama tifaq û biratîya kurdan bigihînin cîran û dilnexwazên ku serkeftina kurdan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hezm nakin.

Herwiha ev dîmena hevdu hembêzkirina kurdan di serdemeke wiha de çêdibe ku Başûr ber bi veqetandineke siyasî û netewî ya ji Îraqê ve diçe.img_6748

Dîsa li Rojavayê Kurdistanê geşedanên girîng li ber derî ne û heger tifaqa nav kurdan çêbibe dibe ku statuyeke xurt a siyasî jî bi dest bixin.

Rast e ku em bêyî lihevkirineke giştî ya li ser siyaseteke netewî ya kurdan nikarin serdana partiyeke ku siyaseta Tirkiyê dike zêde derxin pêş, lê bi taybet Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji ber kurdbûna xwe wek sembol û rêberekî siyaseta Kurd jî tê qebûlkirin.

Demirtaş di siyasetê de kesekî jîr e û gelek caran rexne lê dihatin kirin ku vê zîrekiya xwe ya siyasî li şûna siyaseta Tirkiyê bixe xizmeta siyaseta netewî ya Kurdistanê.img_6757

Loma jî serdana Başûrê Kurdistanê ya Demirtaş û hevalên wî girîng e, hem ji bo HDP bikaribe ji rewşa xwe ya tengav rizgar bibe hem jî xeta Kurdî ya nav HDP’ê bikaribe vegere ser siyaseteke netewî ya xizmeta kurdan jî bike.

Diyar e Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî di vê serdanê de, digel hemû nakokîyên navbera wan û xeta PKK’ê ku HDP jî beşek ji wê ye peyamên girîng digihîne hemû aliyan.

Bi hêviya ku tifaqa nav mala kurdan tenê li ser zimanan nemîne û dîmenên pêşwazîyên wisa germ û rengîn berdewamî bin.

 

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.