Telefona we dibe kilîta otomobîla we

Spread the love

Kompaniya Samsung a Koreyî û Mercedes-Benz’ê xebatê dikin ku bi rêya telefonên jîrik deriyên otomobîlê asê bikin û vekin.

Bi vê teknolojiya nû ku li Fûara Otomobîlan a Berlînê danasîna wê hate kirin, êdî wê kesên xwedî telefoneke taybetmendiya NFC a Galaxy karibin deriyên otomobîlên xwe vekin û wan ji dizan jî biparêzin.

Heger ev teknolojî bê xebitandin telefon jî wê bibin kilît û dema bidin ber deriyên otomobîlan dê derî li wan vebin.

Ev teknolojî ji ber ku bikarhêner bixwe xwediyê wê bernameyê ye otomobîl ji aliyê tu kesekî din ve ne pêkan e were xebitandin.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.