WSJ: Ji bo Sûriyê bijarteya herî baş cudabûn e

Spread the love

Nivîskarê polîtîkaya derve yê naskirî di Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî de, Bret Stephens bi sernavê ‘Li Sûriyê tekane çareserî’ gotarek nivîsand.

Bret Stephens dibêje, her ku planek tenê ya parçebûnê ne kêrhatî be jî cihêbûna welatên Balkanan nimûneyeke bikêr xuya dike ji bo Sûriyê.


Bret herwiha dide zanîn ku pêwîse li Amerîkayê rêveberiya dahatu ya piştî Obama dev ji siyaseta ‘Suriya Yekgirtî’ berde.


Di nivîsê de ji bo Rojavayê Kurdistanê jî tê gotin,

‘Herêmeke bi Kurdistana Îraqê re hatiye yek kirin dê ji bo Tirkiyê wekî gefekê bê dîtin. Heger ew der bi hêza parastina asîmanî ya Amerîkayê bê parastin dê bibe hêremeke ewle.’

Bret Stephens di gotara xwe de pirs dike: ‘

Gelo wê Tirkiye dewleteke Kurdistanê ya erda xwe mezin kiriye qebûl bike? Niha Kurdistana îraqê qebûl dike û dibe ku Amerîka jî ji bo pêwendiya xwe ji gerîlayên PKK’ê qût bikin fişarê li ser Kurdên Sûriyê bike.’

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.