Ji 11’ê heyva Îlonê ve êrîşên nijadperestî yên li ser Kurdên ku li bajarê Tirkiyê Sînopê niştecih in berdewam dikin.
Li 8 navçeyên Sînopê bi qasî 30 hezar Kurd dijîn ku ev demeke rastî êrîşan tên.
Her çiqas karbidestên hikûmeta Tirkiyê ji destpêka bûyeran ve wekî pevçûnên ji rêzê daxuyanî dan jî êrîş û bêtehemuliya li ser Kurdên wî bajarî ranewestiya.
Tê ragihandin ku ji roja 11’ê Îlonê ve heta niha bi kêmî 14 Kurdên niştecihên bajêr birîndar bûne û xortekî 16 salî jî li ber çavên polîsan hatiye kuştin.