Kerry û Lavrov li Lozanê dê Sûriyê gotûbêj bikin

Spread the love

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat ragihand ku dê 15ê cotmehê di çarçoveya lihevkirina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry de dê civîna li ser Suriyê pêk were.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê civînli Lozanê bê lidarxistin û wezîrên karên derve yên Rûsya, DYA û hin welatên herêmê dê beşdar bin.

kery lavrovDi daxuyaniyê de wiha hate gotin,

“Di civînê de gavên dumahîkê yên bo çareserkirina krîza Sûriyê dê bên gotûbêjkirin.”

Ji hêla din Lavrov hevpeyvîneke taybet da CNN Internationalê û got ku divê Rûsya, DYA, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qatar beşdarî civînê bin.

Kerry diçe Lozan û Londonê

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya DYAyê da jî hat gotin ku Kerr dê di 15ê cotmehê de biçe Lozanê, di 16ê cotmehê de jî dê biçe Londona paytexta Îngîltereyê.

Di daxuyaniyê de derheqê ziyaretên Wezîr Kerry yên plankirî de tu hûrgilî nehatin dayîn û wiha hat gotin,

“Wezîrê me dê li Lozanê bi wezîrên karên derve yên hevkarên me yên girîng re, li Londonê jî dê bi hevkarên girîng ên herêmî û navneteweyî re were bal hev û dê mijara çareserkirina krîza Sûriyê gotûbêj bikin.” Jêder: TRT Nûçe

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.