70 jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞ’ê hatin rizgar kirin

Spread the love

Ji destpêka şerê azadkirina Mûsilê heta niha 70 jin û zarokên Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin, ji wan hin kes wek rehîne li cem DAIŞê hatibûn girtin.

Çavkaniyek agahdar ji BasNews re ragihand ku, çekdarên DAIŞê ew keç û zarokên Kurdên Êzidî ku revandibûn, berî destpêkirina operasyonê ew biribûn bajarê Reqa li Sûriyê, lê belê hîna hejmarek ji wan li Mûsilê mane.

hin ezidiHeman çavkaniyê eşkere kir ku, heta niha 3600 Kurdên Êzidî li cem çekdarên DAIŞê mane, lê belê ji destpêka şerê azadkirina Mûsilê heta niha 70 jin û zarokên Êzidî hatine rizgarkirin.

Di heman demê de hejmarek ji xelkên Mûsil amaje bi wê yekê kirin ku, hejmarek ji jin û zarokên Kurdên Êzidî li Mûsilê mane. BasNews / Nuwar Feqê

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.