Antonio Guterres bû Sekreterê Neteweyên Yekbûyî

Spread the love

Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ku 193 dewlet tê de endam in, îro Antonio Guterres ê Portugalî weke Sekreterê nû yê NY destnîşan kir.

Îro pênşemî 13ê Cotmeha 2016, Komeleya Gişît ya Netewên Yekbûyî bo gengeşekirin û pesendkirina pêşniyara hefteya çûyî ya Encumena Asayişa Navdewletî bo diyarkirina Antonio Guterres weke Sekreterê nû yê Netewên Yekbûyî kom bû.ny

Antonio Guterres di temenê 67 saliyê de ye û pêştir di navbera salên 2005 heta 2015 de weke Komîserê Bilind ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Koçberan kar kiriye.

Antonio Guterres herwiha ji sala 1995 heta 2002 Serokwezîrê welatê Portugalê bûye.

Hefteya bihorî, Encumena Asayişa Netewên Yekbûyî bi koma dengan, Antonio Guterres bû posta Sekreterê NY bi Komela Giştî nasand.

Sekreterê nû yê NY dê ji destpêka sala 2017 ve dest bi karê xwe bike.

Antonio Guterres dê cihê Ban Ki moon bigire ku ji sala 2006an ve Sekreterê NY ye.

Antonio Guterres

Di 30ê Nîsana 1949an de ji dayik bûye û xelkê Portugalê ye.

Di navbera salên 1995 heta 2002 de Serokwezîrê Portugalê bûye.

Herwiha ji Hezîran a sala 2005 heta Kanûna sala 2015 weke Komîserê Bilind ê Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Koçberan xebitiye.

Di 13ê Cotmeha 2016 de weke Sekreterê Netewên Yekbûyî hat hilbijartin.

Sekreterê nû dê heya 5 salan li ser wî karî be.

Rudaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.