Barzanî: Azadkirina Mûsilê ji bo sûda siyaseta Kurdistanê girîng e

Spread the love

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser azadkirina bajarê Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, azadkirina bajarê Mûsilê bo Herêma Kurdistanê girîng e û bi sûdeyabarzani siyaseta Herêma Kurdistanê ye.

Barzanî ragihand ku hemû amadekariyên operasyona Mûsilê bi hemahengiya Bexdayê hatine kirin û li ser piştî azadkirina bajêr jî wiha got:

Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya rêkeftina navbera xwe de, komîteyeke bilind a siyasî ya hevbeş damezrandine ku piştî kontrol û azadkirina Mûsilê serpereştiya wê qonaxê û pêşhateyên wê derê bikin.

Tevahiya daxuyaniya Serok Barzanî:

Ev demeke dirêje li ragehandin û navendên siyasî yên navxweyî û derveyî behsa amadekariyên operasyona azadkirina Mûsilê tê kirin, têkşikandina DAIŞê û azadkirina mûsil ji bo Herêma Kurdistanê giringîyeke xwe ya taybet heye û ewlewiyeta siyaseta Herêma Kurdistanê ye.

Be pêwîstî dizanim li vê derbarê de bi hemû aliyan radigehînim ku, amadekariyên tevahiya destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê hatine kirin.

Di vê çarçoveyê de rêkeftin di navbera hêzên pêşmerge û Hêzên Artêşa Iraqê çêbûye.

Di vê rêkeftinê de çawaniya operasyonê û kar û erkê serbazî yê hemû hêzê û yekîneyên beşdarbûyên di operasyonê de bi hûrî hatine diyarkirin û pabendbûna tevahiya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi cîbecîkirina rêkeftinê dupat dikin.

Hemahingiyeke tevahî di navbera hêzên pêşmerge û Artêşa Iraqê de heye.

Herwiha hemû hawlên xwe dikin ku, ti rûdaneke nexwestî çêbibe.

Herwiha Hewlêr û Bexda li ser ew rêkeftine komîteyeke bilind a siyasî ya hevbeş damezrandiye bo kontirol û serpiriştiya qonaxê û pêşhateyên li piştî azadkirina Mûsilê.

Hêviya wê yekê dixwazim operasyona azadkirina Mûsilê bi serkeftî were encamdan û niştecihên bajarê Mûsilê jî ji zilma terorîstên DAIŞê rizgar bibin û xelkên koçberên Mûsil û parêzgeha Neynewa bi bextewariyê de vegerin bajar û navçeyên xwe.

Mesûd Barzanî

15.10.2016

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.