Barzanî bo CNN: Dê Peşmerge bi ser bikevin

Spread the love

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel kanala CNN a Amerîkayê de behsa operasyona Mûsilê kir û got: “Şerê Mûsilê zehmet dibe, lê ez pê bawer im ku Pêşmerge dê serbikeve.”

Mesûd Barzanî ku hevdem Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê ye, derbarê destpêkirina operasyona Mûsilê û beşdariya hevbeş a Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de ji CNN re got: “Ev cara yekemîn e ku Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî pêkve û bi hevbeşî şer li dijî dijminekê dikin û ev jî guhertinek e.”barzani mûsil

Barzanî behsa rêkevtinên pêşwext ên siyasî bo qonaxa pêşeroja Mûsilê kir û ragihand: “Me dixwast li gel plana serbazî, planeke siyasî jî hebe, lê belê ji bo paşneketina operasyona kontrolkirina Mûsilê, me li gel Bexdayê li ser planeke serbazî li hev kir.”

Arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê pirsyareke kanala CNN bû û Serokê Herêma Kurdistanê di bersivê de da xuyakirin: “Bo rêgirtin ji derketina astengên mezin, em li gel Bexdayê rêkevtin li ser avakirina komîteyeke hevbeş bo çareserkirina arîşeyên çaverêkirî.”

Mesûd Barzanî li ser plana dahatî ya bo Mûsilê piştî derxistina DAIŞê ji bajêr jî got: “Hemû pêkhateyên Mûsilê ji dubarenebûna wan kirîzan werin dilniyakirin, plana piştî Mûsilê jî ev e ku em nehêlin tolhildan çê bibin û rûniştvanên wê (Mûsilê) dilniya bin, ku dê bi saxlemî bijîn. Herwiha rêveberiyeke hevbeş ji pêkhateyên cuda yên bajêr were pêkanîn, ji bo rêvebirina bajêr bi mebesta pêşerojeke baş.”

Pirsgirêka awareyan li Herêma Kurdistanê pirsyareke din a CNN ji Serokê Herêma Kurdistanê bû û Mesûd Barzanî di bersivê de wiha got:

“Zêdebarî hemû kirîzên din, niha 1 milyon û 800 hezar aware li Herêma Kurdistanê ne û bo alêkariya wan awareyan, me li gel Hikûmeta Federal a Iraqê û hemû aliyan de hemahengî heye, lê belê pêwîst e civaka navdewletî jî hevkariya me bike, çimku ji wê zêdetir ji destê me nayê.”

Barzanî careke din amaje bi operasyona Mûsilê kir û got: “Şerê Mûsilê, şerekî zehmet û mezin dibe, lê ez pê bawer im ku Pêşmerge dê serkevtî be. Ez di wê baweriyê de me ku bi hevakriya Artêşa Iraqê û piştgiriya hevpeymanan, em dê serkevtî bin.”

Di berdewamiya hevpeyvînê de, CNNê derbarê dema bidawîhatina şerê Mûsilê de pirsyar ji Barzanî kir û wî jî wiha bersiv da:

“Zehmet e ku bihê zanîn ku şerê Mûsilê dê çend dirêj be. Em hewl didin bi zûtirîn dem timam bibe, lê belê dirêj bibe, helbet heta bidawîbûna şer em dê berdewam bin.” Kurdî: Rudaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.