Başîqa di bin dorpêça Pêşmerge de ye

Spread the love

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê duh piştî şer û pevçûnên dijwar bajarokê Başîkayê dorpêç kirin.

Operasyona girtina Mûsilê ji aliyê Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê ve û bi alîkariya hêzên hevpeymanan berdewam e.

basikHêzên Pêşmerge duh di berdewamiya operasyonên xwe de, li Eniya Başîkê dest bi êrişê kirin çend wesayîtên bombekirî yên DAIŞê têk birin.

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de Hêzên Pêşmerge plana xwe bi awayekê serkeftî bicî kir û niha bajarokê Başîkayê dorpêç kiriye. Di heman rojê de pêşmergeyek ji ber şehîdbûna hevalê xwe rondik rijandin.

Piştî şerê 6 seatan kontrola rêya sereke ya di navbera Başîka û Mûsilê de ket destê Hêzên Pêşmerge.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê bi serperiştiya Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdarî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di heştmîn roja de berdewam e, û Hêzên Pêşmerge ji aliyê bakûr û rojhilata ve û artêşa Iraqê jî ji aliyê başûr û rojhilata ve pêşve diçin. Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.