Berdevkê Tirkmenên Şîa: Erdogan bikeve Îraqê emê destê wî jêkin

Spread the love

Berdevkê Hêzên Tirkmenên Xwebexş ên girêdayî Heşdî Şabî Seyyîd Alî Huseynî gef li Tirkiyê xwar û got, ‘Heger Erdogan destdirêjiya Îraqê bike em ê wek hêza Tirkmenî wî destî jêbikin’.

tirkmen Berdevkê Tirkmenên xwebexş di hevpeyvîneke xwe ya TesnîmNewsê de red kir ku Tirkiye ji bo piştevaniya Tirkmenan hatiye nav erda Îraqê û hişyarî da ku Tirkiye dê di nav çiravê de biteqine.

Seyyîd Alî Huseynî ragihand ku dê hêzên wan beşdarî rizgarkirina Hûveyce, Bakurê Rojhilata Selahaddîn û herêmên Başurê Rojavayê Kerkukê bibin û ew li benda demjimêra sifir in.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.