BIRYAN (PARÊV) – Selam Cizîrî

Spread the love

Gelê kurd bi mîvanperwerî û nanderîya xwe tê naskirin û gellek ji zikê xwe hez dike.

Ji ber wê yekê kurd ji alê çêkirina xwarin û pêxwarinan da dewlemendin.

Xwarin û pêxwarinên nav û deng di hinek herêman da cihên xwe yên teybet hene.

selamEv xwarin û pêxwarinên teybet, nav û naşîneke teybet (legitimekê) didin wan herêman.

Li herêma Serhedê bajarê Wanê bi taştê ya xwe ya dewlemend bi nav û denge û Penirê wan yê Derfan yê Zozanan li hemû Kurdistanê xwedîyê cihek teybet e.

Lê Sîrik û penirê derfan li herêma Serhed û Botanê xwedîyê teybetmendiyeke pir girîng û bilind e.

Li Herêma Botan Bajarê Cizîrê ji serî û pepikan bigre heya eprax û dolme, kutlik û perdepilavê cihê xwe girtîye û bi wan xwarinên xweş hatîne naskirin.

Her wiha li herêma Botan bajarê Sêrte jî bi xwarina xwe ya bi nav û deng Biryan bi navek din Parêv tête naskirin. (Hinek dibêjin xwarina Bedlîsê ye)

Van xwarin û pêxwarinan, bandora xwe li Tirkiyê Bajarê Stenbolê jî kirine.

Dema mirov bixwaze van xwarin û pêxwarinan bikire, an jî bixwe, ev xwarin û pêxwarinên navborî tev li bazara bi navê (Bazara Jinan – Kadınlar Pazarı) peyda dibin.

Li wir pir dikanên sîrik û penîrfiroşt û aşxwanên xwarině hene.

selam ciziri salih turan roşan lezgîn vedat m piyraz
Selam Cizîrî û civateke ji serdana Stenbolê – Fatih/Kadınlar Pazarı

Lê ya herê bi nav û deng aşxwana Biryan e.

Li vê aşxwana han, bes xwarina Bajarê Sêrtê Biryan an jî Parêv tête fırotin.

Vê carê, min jî berê xwe da vê bazara bi nav û deng û xwarina xweş a Biryan xwar û dewê tîr û tirş vexwar.

Wek tê zanîn Biryan di tenûrê de di nav pelên agir da, bi hemdê xwe tête pijandin.

Bi dewê tirş û nanê sêlê mirov ji xwarina wê têr nabe.

Mixabin ez li Swêd Stockholmê rastî ti aşxwanên Biryan lê heyî ne hatime.

Stockholm Swéd Solna – Selam Cizîrî

Nivîskarê Kurd Selam Cizîrî 35 sal in li Swêd dijî û di gelek karûbarên rêxistinî yên civaka Kurd a li Swêd de xebatên li ser doza Kurdan dimeşîne.

Ew niha jî di Desteya Rêveberiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê yên li Swêd de, erka xwe didomîne.

Ev nivîsa li ser xwarinên Kurdan piştî serdana xwe ya Stenbolê nivîsandiye.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.