Cegerxwîn her tim li pey hişyarkirin û serxwebûnê bû

Spread the love

Cegerxwîn bi helbest û dîwanên xwe her û her li pey hişyarkirina miletê xwe û rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bû. Tevî ku wî piştgiriya hemû gelên bindest dikir, lê kula dilê wî ya pêşî û dawî Kurd û Kurdistan bû.

Cegerxwîn wiha digot: “Markisî me, dixwazim. Li her derî dibazim. Kûbî me serfiraz im. Berî her tiştî Kurd im. Sofiyat im bîrewer. Amrîkî me divêm şer. Asyewî me bi tevger. Berî her tiştî Kurd im.”cegerxwîn

Lê seyda pir caran ji belawelabûn û parçebûna gelê xwe diêşiya û gilî û gazin dikirin, çimkî ew xweş bawer bû ku rizgariya welêt û mirovên wî bi yekîtiyê pêk tê. Derbarê vê yekê de jî Cegerxwîn wiha digot:

“Heta ku em nebin yek. Dest navêjin dar û çek. Emê bijîn wek parsek. Berî her tiştî Kurd im. Ez kurdekî dilbirîn. Li nav dînan bûme dîn. Heta ciger me kir xwîn. Berî her tiştî Kurd im.

Li ba Cegerxwînê mezin “welat” yek ji stûnên herî bibandor bû ku bi awayekî berçav di piraniya helbestên wî de xuya dike. Di dîwana yekem de wiha li ser welat dibêje: “Kurdistan pir xweş û geş. Ez jê re tim dinalim. Ew asîtanê Kurd e. Şîrîn e deşt û zinar. Zinar û bax û bostan. Zeytûn û sêv û hirmê. Hincas û xox û mişmiş. Bihok û giwîz û hinar.”

Seyda hertim doza yekîtî û hevgirtin û yekgirtinê li miletê xwe dikir û digot: “Eger hûn nebin yek. Hûn ê herin yek bi yek.”

Herwiha Seyda serxwebûn û azadiya Kurdistanê bi xebat û têkoşînê û nemaze bi yekîtiya hemû kurdan ve girêdide û dibêje: Bê padişah û leşker kengê dibî serefraz. Kî bê xebat û tevger dixî destê xwe daxwaz. Baba û Bextî û Ler. Beraz û Torî û Zaz. Nebin tev yek seranser. Tev dê bibin belengaz.

Cegerxwîn dibêje ez ji kulan bûme cegerxwîn, lê ev kul nebûn sedem ku bêje: “Xêzên me nivîsîne bi xwe ayetê Kurd in. Dê piştî me re ew di civatan de bixwînin.”


Besam Mistefa / Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.