Dahata 6 mehan a nefta Kurdistanê: 2 milyar û 750 milyon dolar

Spread the love

Li gor datayên Wezareta Samanên Siruştî li Herêma Kurdistanê, di nîvê yekem ê îsal de 100 milyon bermîlên petrolê ji zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê û bajarê Kerkûkê hatin firotin, dahata wan jî nêzîkî 2 milyar û 750 milyon dolar bû.

Di çile de herî zêde petrol hatiye berhemanîn

Wezareta Samanên Siruştî mehane dataya berhemanîn û firotin û dahata petrola xwe belav dike. Li gor raportan di çileya îsal de temamiya asta berhemanîna petrolê di bilindtirîn ast de bû û gihîşte 22 milyon û 256 hezar û 131 bermîl ku rojane dike 717 hezar û 939 bermîl. Lê ji wê tibabê 18 milyon û 656 hezar û 131 bermîl hatin îxrackirin. Yanî 601 hezar û 811 bermîlên petrolê di her rojekê de. Her di wê mehê de sê milyon û 600 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxweyî hatin bikaranîn.neft petrol

Di meha çileya îsal de rojeke tenê îxrackirina petrolê rawestiya, ew jî ji ber qulkirina boriya petrola Kurdistan – Ceyhanê bû.

Li gor raporta Wezareta Samanên Siruştî, dahata wê petrola ku di meha çile de hat firotin 650 milyon dolar bû ku 75 milyon dolar ji bo heqdestê şîrketên berhemanîna petrolê hat terxankirin. Puxteya dahata mayî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê 575 milyon dolar bû.

Berhemanîna petrola Kurdistanê di meha sibatê de bi rêjeyeke berçav daket, ew jî piştî ku hinardeya petrola Kurdistanê ji bo dema 13 rojan di wê mehê de hat ragirtin.

Di meha duyem a îsal de temamiya berhemanînê 13 milyon û 751 hezar û 944 bermîlên petrolê bû ku rojane 474 hezar û 204 bermîl bûn, li gor meha kanûna duyem asta berhemanînê bi rêjeya ji sedî 40 kêm bû.

Ji wê tibaba petrolê ku di meha duyem a îsal de berhem hat, 10 milyon û 151 hezar û 944 bermîl îxracî bazarên cîhanê hat kirin. Ku temamiya rojane dike 350 hezar û 67 bermîl.

Hevawayê meha pêştir, tibaba 3 milyon û 600 hezar bermîlên petrolê li navxweya Kurdistanê hatin bikaranîn ku dike 120 hezar bermîlên petrolê di rojekê de.

Li gor raporta Wezareta Samanên Siruştî, hokara daketina asta berhemanînê di meha sibatê de êrişkirina li ser boriya petrola Kurdistanê li aliyê Tirkiyê bû. Vî karî ziyana 200 milyon dolarî li hikûmeta Herêma Kurdistanê da.

Di meha sibatê de temamiya dahata petrolê 303 milyon û 943 hezar û 433 dolar bû. Lê 70 milyon û 933 hezar û 433 dolar gihan şîrketên petrolê li Kurdistanê. Herwiha ji wê tibaba pereyan 100 milyon dolar pereyên pêşekî yîn firotina petrolê bûn.

Li gor raporta Wezareta Samanên Siruştî, di meha sibatê de tu amajeyek bi wê petrolê nehatibû kirin ku ji zeviyên petrolê yên Kerkûkê îxracî bazarên cîhanê hatibû kirin. Di destpêka meha adarê de jî Wezareta Petrola Iraqê biryar da ku hinardekirina petrola zeviyên petrolê yên Babegurgur û Xebaze û Cembur ku ji hêla Şîrketa Petrola Bakur ve tên birêvebirin, bi rêya boriya Kurdistanê bê ragirtin.

Asta berhemanîna petrolê di meha adarê de ji meha sibatê ne baştir bû û belkî xirabtir jî bû. Di wê mehê de jî rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê ji bo dema 12 rojan berdewam bû.

Li gor raporta Wezareta Samanên Siruştî, di meha adarê de 13 milyon û 748 hezar û 487 bermîlên petrolê berhem hatiye ku dike 443 hezar û 499 bermîl di rojekê de.

Ji wê tibaba petrolê ku di meha adarê de berhem hat 10 milyon û 148 hezar û 487 bermîl hatine hinardekirin û 9 milyon û 232 hezar û 317 bermîl jê hatin firotin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha adarê de ji firotina petrola xwe 557 milyon û 272 hezar û 177 dolar bidest xist. Lê ji wê tibaba pereyan 305 milyon dolar pereyên pêşekiya firotina petrolê bû. Her di meha adarê de tibaba 36 milyon û 14 hezar û 177 dolar gihan şîrketên berhemanîna petrolê li Kurdistanê.

Lê temamiya berhemanîna petrolê di meha nîsanê de li gor meha adarê bi rêjeya ji sedî 27 bilind bû, tibaba berhemanînê jî 18 milyon û 956 hezar û 651 bermîl bû ku dike 631 hezar û 888 bermîl di rojekê de.

Ji wê tibaba petrolê ku di meha nîsanê de berhem hat 15 milyon û 356 hezar û 651 bermîl bi rêya boriya petrola Kurdistanê îxracî bazarên cîhanê hat kirin. Lê 14 milyon û 241 hezar û 714 bermîl jê hatin firotin. Herwiha milyonek û 25 hezar û 828 bermîlên petrolê jî bi kiryarekî petrola Kurdistanê hat dayîn ku sala 2015an pêşekiya pereyan dabû.

Temamiya dahata petrolê jî di wê mehê de 376 milyon û 395 hezar û 901 dolar bû. Ji wê tibaba pereyan jî 58 milyon û 895 hezar û 901 dolar heqdestê şîrketên berhemanîna petrolê bû.

Di meha gulanê de asta berhemanîna petrolê li gor meha nîsanê bi rêjeya ji sedî 2 bilind bû. Asta berhemê di wê mehê de 19 milyon û 504 hezar û 271 bermîl bû ku dike 629 hezar bermîlên petrolê di rojekê de.

Ji wê tibaba petrolê ku di meha gulanê de berhem hat 15 milyon û 904 hezar û 271 bermîl bi rêya boriya petrola Kurdistan – Ceyhanê îxracî bazarên cîhanê hat kirin û hat firotin. Her di wê mehê de 3 milyon û 797 hezar û 461 bermîlên petrolê gihan kiryarên ku pêşekiya pereyan dane.

Derbarê dahata petrolê jî di meha gulanê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê 390 milyon û 748 hezar û 957 dolar ji firotina petrolê bidest xist. Ji wan pereyan jî 75 milyon û 626 hezar û 856 bermîlên petrolê gihan şeş şîrketên berhemanîna petrolê.

Berhema meha hezîranê kêm bû

Li gor datayên Wezareta Samanên Siruştî û çavkaniyên guhastina deryayî, asta hinardekirina petrola Kurdistanê daket û rojane 480 hezar bermîl e.

Li ser hîmê çavkaniyên guhastina deryayî, asta berhemanîna petrola Kurdistanê di meha hezîranê de ji 19 milyon bermîlên petrolê kêmtir bû û tenê 15 milyon bermîl hatin hinardekirin.

Li ser hîmê wan datayan, di meha hezîranê de hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmtir ji 15 milyon bermîlên petrolê îxracî bendera Ceyhanê kir û ji ber bilindbûna bihayê petrolê jî di meha hezîranê de, tê pêşbînîkirin ku dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê mehê de di navbera 400-500 milyon dolarî be.

Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.