DAIŞ’ê li bajarekî 5 ferzên nimêjê daxist 3’yan

Spread the love

DAIŞê biryareke nû û ecêb derbarê hejmara nimêjên rojane de derxist ku derveyî baweriya hemû mislimanan e.

Li gor baweriya ola îslamî her mislimanek di demên asayî û di malên xwe de pêwîste rojane 5 caran nimêjên rojê yên ferz bike, lê DAIŞ’ê hejmara ferzên nimêjê guherand.dais nimêj

Çavkaniyeke li parêzgeha Nînowayê ji Sumer Newsê re ragihand ku dîwana mizgeft û karûbarên olî ya DAIŞê hejmara nimêjan ji 5ê daxistiye 3yan.

DAIŞê ferman daye ku biryara kurtkirin û komkirina nimêjan a demê asayî divê hemû xelk li mal û taxên xwe pêk bînin ku ev biryar li ser hemû rûniştvanên Mûsilê hatiye ferz kirin.

DAIŞê gef li îmam û kesên pêş nimêjê yên bajarê Mûsilê jî kiriye ku her kesek divê girêdayî wê biryara nû tevbigere û kesê li gor wê biryarê tevnegere jî wê bê cezakirin.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.