Ebadî li Kerkukê dê serdana Pêşmerge bike

Spread the love

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro gihişte parêzgeha Kerkûkê û biryare ligel berpirsên parêzgehê bicive.

Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talabanî ji Rûdawê re ragihandibû, “Biryar e îro (14-10-2016) Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana parêzgeha Kerkûkê bike û ligel parêzgar û berpirsên pêkhateyên din ên parêzgehê bicive.”ebadi

Talabanî dabû zanîn ku armanca serdana Ebadî gotûbêjkirina mijarên şerê li dijî DAIŞê û operasyona Hewîce ye.

Ebadî îro danê nîvro, bi du helîkopterên leşkerî gihişte Kerkûkê.

Peyamnêrê Rûdawê Helkeft Ezîz jî ragihand ku Parêzgarê Kerkûkê pêşwaziya Heyder Ebadî kir û tê payîn ku di civînan de pêkhateyên Kerkûkê giliyên xwe bigihînin Serokwezîr.

Peyamnêrê me da zanîn ku dê Ebadî serdana eniyên Hêzên Pêşmerge jî bike.

Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.