Ebadî: Operasyona Hewîceyê dest pê dike

Spread the love

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, di demek nêzîk de hêzên iraqî û Hêzên Pêşmerge dê dest bi operasyona rizgarkirina Hewîceyê bikin.

Heyder Ebadî ku îro înê bi serdanekê li parêzgeha Kerkûkê ye, bi encumena parêzgeha Kerkûkê û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn kerîm re civiya.

Piştî bidawîhatina civînê, Heyder Ebadî û Necmedîn Kerîm konfransek rojnamevanî li dar xistin.ebadi

Di vê konfransa rojnamevanî de Ebadî behsa pirsgirêkên parêzgeha Kerkûkê kir û ragihand: “Kerkûk parêzgehek Iraqî ye û pêwîst e em alîkariya wê bikin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê jî, Ebadî di civîna li gel rêveberiya Kerkûkê soz daye, ku bûdceya wê parêzgehê bişîne.

Ebadî herwiha destnîşan kir, ku di demek nêzîk de ew dê li gel Hêzên Pêşmerge dest bi operasyona kontrolkirina Hewîceyê bikin û Hewîceyê ji destê DAIŞê derbixin.

Serokwezîrê Iraqê amaje bi operasyona rizgarkirina Mûsilê jî kir û da xuyakirin, Iraqê derbarê operasyona Mûsilê de têgihîştinek baş li gel Herêma Kurdistanê heye.

Derbarê hêzên beşdar di operasyona Mûsilê de jî, Heyder Ebadî da zanîn: “Ji bilî hêzên iraqî ti hêzên din naçin nav Mûsilê.”

Ebadî amaje bi hêzên leşkerî yên Tirkiyê di nav axa Iraqê û navçeya Başîkê de jî kir û nakokiyên navbera Bexda û Enqerê yên di vê bareyê de bi bîr xist û got: “Em dixwazin me pêwendiyeke baş li gel Tirkiyê hebe û em bi aştiyane bijîn.”

Ebadî tekezî li ser wê jî kir, ku ew naxwazin serweriya Iraqê were binpêkirin û ji ber wê jî wan ji Tirkiyê re gotiye: “Serweriya me binpê nekin.”

Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.