Elî Ewnî: Îraq û Kurdistanê li ser navçeyên nakok li hev kirine

Spread the love

Rêveberekî PDK Elî Ewnî ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser vegerandina navçeyên Kurdistanê yên derveyî herêma Kurdistanê rêkkevtine.iraq kurdistan

Ednamê encûmena rêveberiya PDKê ji malpera fermî ya PDKê re daxuyakirin, hêzên artêşa Iraqê li navçeyên bin desthilatiya Pêşmerge de derketine û bendava Mûsilê jî derbaskirine.

Herwiha Elî Ewnî bal kişand ser ku yek ji mercên herêma Kurdistanê jî ne vegerandina Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanê yên hatine rizgarkirin bûye û bi wî mercî ve ji bo artêşa Iraqê derbaz bibe ji cîhên bin desthilatiya Pêşmerge ve berê xwe bide Mûsilê hatiye qebûl kirin.

Li gor gotinên rêveberê PDKê, ji bo derbasbûna artêşa Iraqê mercekî din jî; Pêşmerge wekî ku wê ji navçeyên Kurdistanê xwe venekşîne, ji bo ew navçeyane bikevin bin desthilatiya hikûmeta herêma Kurdistanê hikûmeta Iraqê razî bûye.

Rêveberên Pêşmerge û artêşa Iraqê behsa wê yekê dikin ku operasyona rizgarkirina Mûsilê nêzîkbûye û hemû hêz jî dest bi amadekariyan kiriye. BasNes

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.