‘Em rê nadin ti hêzeke Îraqî têkeve Kerkukê’

Spread the love

Parlemanterê Iraqê yê PDKê Şaxewan Ebdulah dibêje, pêwîstiya bajarê Kerkûkê bi hêzeke Iraqî tune ye û ew bi ti awayekî rê nadin hêzên Iraqê ku bi hênceta valahiya emnî bên Kerkûkê.img_7754

Şaxewan Ebdulah ji malpera ragihand:

“Pêwîstiya Kerkûkê bi hêzên Iraqê tune ye, lê belê pêdviya me bi piştevanî û çek û tifaqê heye, da ku em xwe pê biparêzin. Her kesek bixwaze Heşda Şeibî ya her hêzeke din bîne Kerkûkê, xayîn e. Herwiha em bi ti awayekî rê nadin hêzên Iraqê ku bi hênceta valahiya emnî bên Kerkûkê.”

Parlemanterê Iraqê wiha axivî:

“Mezintirîn êriş û derbasbûna çekdarên DAIŞê bon ava parêzgehên Iraqê ev êrişa roja Înê ya ser Kerkûkê bû. Em destxweşiyê li xelkê qehreman ên Kerkûkê dikin ku bi merdî û mêrxasî ligel dezgehên ewlehiyê rûbibûyê terorîstên DAIŞê bûn û zêdetirî 100 terorîstên xwekuj jinav birin. Ev êrişa DAIŞê li ser Kerkûkê, eger li ser Bexda ba, dê Bexda ketiba destê terorîstan.” Kdp.info

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.