Flaş! NATO bi fermî beşdarî şer dibe…

Spread the love

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stolenberg ragihand, Saziya Peymana Atlantîka Bakur NATO dê bi fermî beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de bike.

Wezîrên Parastinê yê 28 welatên endamên peymana NATOyê, ji bo civîna encumena wê peymanê ku giringtirîn organa biryarsaziyê ya mezintirîn hevpeymaniya leşkerî ya cîhanê ye, li Brukselê li hev kom dibin.nato

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stolenberg jî di daxuyaniyekê de acendaya civînê aşkere kir û ragihand, ku NATO dê bi awayekê xurt û bi bandor tevli şerê li dijî DAIŞê bibe.

Stolenberg got: “Derengiya îro em dê biryarê li ser plan û rahênana hêzên Iraqê bidin.”

Wezîrê Parastina Kanadayê Harjit Sajjan jî ku bo beşdarbûn di vê civîna NATOyê de li Brukselê ye, di bersiva pirsyareke tora medyayî ya Rûdawê de ti agahiyan zelal li ser alîkariyên welatê xwe bo Hêza Pêşmeger neda.

Kanada yek ji wan welatan e ku leşkerên xwe şandine Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge perwerde dikin. Herwiha Wezîrê Parastina Kanadayê du caran serdana Kurdistanê kiriye.

Harjit Sajjan got: “Kanada hevkariyê dike û pişka xwe cîbicî dike, da ku tenahî û îstiqrar çê bibe. Çêbûna îstiqraa siyasî jî û ya ku niha çê dibe, gelek giring e û ez ji bo wê yekê gelek bi hêzî me.”

Ji aliyekê din Wezîra Parastina Almanya Ursula von der Leyen ku welatê wê gelek çek û temenî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kiriye, li ser operasyona Mûsilê axivî.

Ursula von der Leyen di daxuyaniyeke li gel Rûdawê, qonaxa piştî serkevtina operasyona Mûsilê bi giring da zanîn û bi taybet jî tekezî li ser dubare avedankirina bajarê Mûsilê û vegera awareyan bo ser cih û malên xwe kir.

Wezîra almanî wiha got:

“Ya ku gelek giring e, roja din a piştî serkevtinê ye. Gelek giring e xelkê Mûsilê wê yekê bibînin, ku guhertinekê mezin heye di anvbera wê yekê de ku ji aliyê DAIŞê we werî tepeserkirin, yan jî ji aliyê hevpeymanan, Pêşmerge û hêzên iraqî ve wrî rizagrkirin.” Kurdî: Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.