Fransa ji Deryayê dest bi lêdana Mûsilê kir

Spread the love

Keştiya mezin a şer a Fransayê beşdariya amadekariyên destpê kirina operasyona rizgarkirina Mûsilê dike.

Duh 30.09.2016ê heşt balefirên şer ên Fransayê, li derya navîn li ser Charles de Gaulle rabûn û binkeyên DAIŞê yên li Mûsilê bombebaran kirin.

Ew keştî bi 24 balefirên şer ên Rafale ve, beşdarî amadekariyên rizgariya Mûsilê dike.

Wezîrê berevaniya Fransa Jean-Yves Le Drian, daxuyaniyek da û diyar kir, bi fermana Serokkomarê Fransa François Hollande, li herêmê ji bo piştevaniya hêzên hevpeyman balefirên şer li Mûsilê li ser binkeyên DAIŞê operasyon pêkanîn.

Herwaha got: ‘’Operasyonên hatin kirin, ji bo piştevaniya hêzên hevpeyman bûn. Ji bo Mûsil ji rêxistina terorîst bê standin îro nebe jî operasyona mezin wê di demek nêzîk de destpê bike.’’ BasNews

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.