HDP’ê kuştina rêvebirên AKP’ê şermezar kir

Spread the love

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag li ser kuştina Serokê AKPê yê navçeya Pîranê ya Amedê Deryan Aktert daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

hdpDi daxuyaniyê de hate gotin, ‘Em kuştinkariyên siyasî bi aweyakî tund şermezar dikin.’

Di daxuyaniya Demirtaş û Yuksekdag de tê destnîşankirin ku, bûna rêveberê partiyeke siyasî nabe sedema sûcdarî û hedefgirtina ti mirovan.

Hevserokan di dawiya daxuyaniyê de gotin ku ew qetilkirina Deryan Aktert û siyasiyên beriya wî şermezar dikin û ji malbat û xizmên wan re sersaxiyê dixwazin.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.