Hikûmeta Kolombiya û ELN dest bi hevdîtinên aştiyê dikin

Spread the love

Li Kolombiyayê hikûmet û Artêşa Rizgarîyê ya Neteweyî (ELN) dê di 27ê Kanûna Pêşiyê de dest bi hevdîtinan bikin.

ELN piştî FARCê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) hêza duyem a çekdar e ku li dijî hikumetê şer kiriye.eln

Hevdîtin dê li Qoitoya paytexta Ekvadorê bê kirin.

Hevdîtinên aştiyê yên hikûmet û FARCê bi ser ketibû û hevpeyman hatibû îmzekirin lê ji sedî 50,2yê xelkê Kolombiyayê bi referandûmê hevpeyman qebûl nekiribû.

Piştî hevdîtinên paşiyê yên Hikûmeta Kolombiyayê û ELNyê, ELNyê dest ji revandina mirovan berdabû.

Ji bo hevdîtinan Venezûela, Norveç, Kûba, Şîlî, Birezîlya û ekvador bûne garantor.

ELN

ELN, di sala 1964ê de, di bin tesîra şoreşa Kolombiyayê ya 1959ê de hatiye avakirin.

Armanca wê ew e ku dahatên welatî bi adilane li welatîyan bêne belavkirin.

Bianet Kurdî

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.