Tê çaverêkirin Hikûmeta Tirkiyê di çend rojên bê de şandekê bişîne Paytexta Sûriyê Şamê ji bo ku ligel rêjîma Beşar Esed danûstandinan bike.
Rojnameya “Aydinlik” ya li Tirkiyê li ser zarê jêderekî dîplomasiya Tirkiyê belav kir, ku wê Tirkiye di nav 4–5 rojên pêş de bi mebesta danûstandinan ligel rêjîma Sûriyê bike şandekê bişîne Şamê.
Rojnameya Aydinlik şandina wê şandeyê ji aliyê Tirkiyê ve wek guhertineke balkêş di siyaseta Sûriyê de dinirxîne.
Hêjayî gotinê ye ev helwesta Tirkiyê piştî daxwaza çend salên dawî ya li ser hilweşandina deshilatiya Serokê Sûriyê Beşar Esed tê.